Cîhan

Medya Îranê bi wêneyên sexte dixwaze rastiyan veşêre

Ji ber ku tu belgeyek ji bo veşartina tawana êrîşên Pasdarên Şoreşê nîne, medya Îranê bi wêneyên sexte hewl didin rastiya êrîşên ser Hewlêrê veşêrin. 

Medya nêzîkî rejîma Tehranê îdia dikin ku xwedêgiravî baregeha Mossad û kesên nêzîkî Îsraîlê li Hewlêrê hatine bombekirin û ji bo xapandina raya giştî jî hewl didin vir û derewên xwe bi wêneyên sexte veşêrin.   

Dezgehên ragihandinê yên Îranê wêneyekî sexte belav kirin û îdia kirin ku ji aliyê Pêşrew Dizeyî ve ligel kesekî cihû hatiye kişandin. Lê derket holê ku ew wêne sexte ye, pê hatiye lîztin û di wêneyê rastîn de kesekî din bi Dizeyî re wêne girtiye.

Back to top button