Kurdî kelemek di çavê qayuma de
Hinek bûyer û kiryar hene ku mirov nikare bi tu awayî têbigihe û wê yeke şirove bike. Tenê mirov dikarê beje ku ewên va tiştan dikin nijadperestin. Ji berk u tu mejiyî,mirovatî û ehlaq di nijadperstiyê de tüneye.
Li Batmanê şerokê şeredarê bere ku bi qayum ji kar hatîye dûrxistin, di rêyîn nava bajêr de ji bo hemwelatî baş tê bigihin û bûyerên hatinçûnê kêm bibin gelek deveran bi zimanê Kurdî û Tirkî ji bo balkêşiyê nivîs nivîsandibûn.
Niha qayum ew nivîsên li ser van rêyan bi Kurdî hatî nivîsandin radike û tene yên Tirkî dihêle. Ji berî her tiştekî îro li gora qanûnên li Tirkiye heyîn nivîsandina Kurdî li ser lewha û rêyan ne qedexeye. Her weha zimanê kurdî bi xwe jî ,li gora qanûna ku wan bi xwe çêkirî yanî nivîskî ne qedexeye.
Lê ev tiştên ku tene kirin tene kîn û nefreta aliyan himber gele Kurde. Tu pêwendiya vê yeke bi HDPê yan jî rêxistin û partiyek din re tüneye. Ev yek raste rast dijitiya Kurdane û bi tu awayî ne tehemulkirina zimanê Kurdî ye.
Batman bajarek Kurdiye û % 95 nişteciyên Batmanê Kurdin. Yên mayîn jî hinek ereb û karmendên hukumetê ne ku ji deverên din hatine. Lê ev kîn û nefreta qayûm dibe sedem ku , tu cara baweriya kurda li Enqere û peyayên wan yên Kurdistanê nayê.
Ji xwe heta radeyekî HDP bi xwe van tiştan bê ku bi hestên netewî xwedî derkeve ji bo berjewendiyên rêxistînî kar tîne . Yanî aliyên ku dijberê hev dixweyên bi hestên kurda yên netewî dileyzin û hevûdin xwedî dikin bi awayekî vê siyaseta çewt xwedî dikin.
Dema siyaset hinek nirxên mileta û hesasiyetên wan yên netewî bê ku biparêzin bikin malzemeye siyasetê, xeteriya civakî li vê yeke de destpê dike.
Ev bûyera li Batmanê çêbûyî li gelek bajarên din jî bi awayên cüda hatine kirin. Navê Kurdî ji gelek cihan rakirine. Ev yek dê bi awayekî bersiva xwe bigre.
Gelek cara hinek kiryar hene ku ser xweyê xwe dixwe. Ev helwesta qayumê nijadperest ê Batmanê jî, dê rojekî sere wî heta radeyekî yê hukumeta wî jî bixwe.
Mixabin li Bakur kurd di nava du çewtiyan de asê mane, ji aliyekî dewlet û ji aliye din siyaseta PKKê ya ne kurdewarî. Herdu alî ji bo Kurda ber bi Tirkiyebûnê ve bibin hewldanekî mezin dikin.
Mixabin tehrîbatên mezin din ava civakê de rûdane. Encama van tehrîbatan gelek cara bê ku fikrandin hebe insan dibin xwedî helwest. Bi awayek din niha siyaset weke dubendiya gundan lê hatiye. Dijberên AKP piranî bere xwe didin HDPê û dijberên HDPê jî bere xwe didin AKPê. Mixabin ev yek din ava civaka kurd de îro bûye rastiyek.
Nûçe/Analîz