
Hukumet a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 23ê Îlona 2026ê, bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî civiya. Di wê civînê de, çend mijarên girîng ên girêdayî yekkirina Hêzên Pêşmergeyan, daşkandina qerzên elektrîkê û rêkxistina çalakiyên aborî û bazirganî hatin nîqaşkirin.
Di para yekê ya wê civînê de, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge raporteka berfireh li ser proseya rêkxistin û yekkirina Hêzên Pêşmergeyan di bin sîvana Wezareta Pêşmerge de pêşkêş kir û gav, plan û pêdivîtiyên qonaxa paşerojê zelal kirin.
Di wê raportê de behsa bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, bo wekhevkirina mûçe, pile, dermale û mafên darayî yên Pêşmergeyan ligel hevtayên wan di dezgehên berevaniyê yên Hikûmeta Federalî de, herwesa cîgirbûna pêdivîtiyên darayî yên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya xerciyên siyadî yên budceya federalî de, ji ber ku Hêza Pêşmerge pareka sîstema berevaniya Îraqê ye.
Sekreterê Encûmena Wezîran jî amaje da ku Herêma Kurdistanê bi rêya pişka xwe di budceya federalî de tevlî dabînikirina xerciyên siyadî de dike; lewma pêdivî ye mûçe, dermale, xerciyên mezaxtinê, hînkirin û çekdarkirina Pêşmergeyan di nav xerciyên siyadî yên budceya federalî de bên cîgirkirin.


