Civak

Oryx Petroleum veberhênanên xwe yên li Kurdistanê zêde dike

Kompanya Oryx Petroleum ku kompanyayeke Kanadî ye, veberhênanên xwe yên li Efrîqa rawestand û veberhênanên xwe yên li Kurdistanê zêdetir dike.

Li gor nûçeyeke malpera kompanya Oryx Petroleum hatiye belavkirin, beşên xwe yên li Rojavayê Efrîqa difroşê kompanya Adaks û Oryx grûp (AOG) ku kompanya dayike û dîroke xwe ya dirêj ya li veberhênana Efrîqa de heye. “Eve jî ji bo eweye ku Oryx Petroleum bikarê zêdetir tîşk bixe ser veberhênanên xwe yên li Kurdistanê”.

Piştî peymana Oryx Petroleum ya li gel kompanya Adaks û Oryx grûp, kompanya neft û gaza Zêg ku xwediyê ٪ 22ê beşên Oryx Petroleum bû li Kurdistanê dibê xwediyê % 90 ê beşên li Oryx.

Oryx Petroleum xwediyê % 65 ê beş û qazancên muhleta Hewlêre ku heta dawiya sala 2019, çar kêlgehên neftî dîtiye, tê pêşbînî kirin ku ji 103 milyon bermîl neft pêkbê.

Back to top button