Cîhan
Tirkiye teknolojiya şer ya Almanya kiriye

tirkiye li sala 2019 ve berdewam pileya yekem ya hawirdekirina teknolojiya şer ya Almanya ye, li gor raporeke nihênî îsal tirkiye yek li ser sê ya teknolojiya şer ya Almanya kiriye.
Ji bilî rexneyên Berlînê ya li ser tirkiye û hinek çalakiyên wê yên serbazî yên li navçeyê û bi taybetî li Sûriye, Lîbya, îsal jî tirkiye wekî sala bihurî, pleya yekemê hawirdekirina teknolojiya şer ya Almanya ye.
Kovara “De Welt” ragihand ku Almanya li sala 2019 an de 334 milyon û 600 hezar Euro pêdiviyên şer û serbaziyê firoştiye tirkiye û ew rêje jî zêdetirê yek li ser sê ya bi giştî ya çekên henardekiriyên Almanya ye.
Ev zanyarî li belgeyeke nihênî ya Wezareta Aborî û dewletên hevpeyman ya bi Serokayetiya Angela Mercel hatiye belav kirin.