Cemal BATUN
Tevgera Neteweyî ya Kurd, ji pêvajoyek dîrokî ya herî girîng derbas dibe. Ji dema hebûna xwe heta roja me: yekem car e Pirsa Serxwebûna Kurdistanê weha berfereh di platforma navneteweyî de tê rojevê û li ser mêza diplomasiya cîhanî ye. Her dewletek cîhanê, bi taybetî yên xwedî giranî: dosyeya Kurdistanê dinirxînin… Ev yek, serkeftinek berz a Doza rewa ya Neteweyê Kurd e ku di vê rêyê de bedelên herî giran dan e…
Doza Neteweyê Kurd, xwedî dîrokek gelek baldar e! Her dem a ku Kurd / Kurdistan ber bi serfiraziyê ve birêve çûne, her wan deman dijmin / dagîrkerên Kurdistanê bi dek û dolaban, bi bername û projeyên rûreş karîne vê pêvajoyê bixetimînin û xewna azadiya Kurdistanê maye dem û dewranên din, dehên salan derbas bûn e, heta ku konjukturek / momentek din a dîrokî li ber doza Kurd vebe…
Di dîroka Doz a Neteweyî ya Kurdistanê de, ji bo ku pêşî li serkeftinên encamî yên Kurd / Kurdistanê bigrin, dijminên welat û gelê me: di nav Kurdan de: zilam, cahş, xwefiroş peyda kirin e. Ev yek bûye heta pêşgotinek a Kurd jî: Kûrmê darê ji darê ye! Lê, tu caran kes / grub / rêxistinek ku bi navê doza Kurdistanê dayî rê, nebûye asteng û ew bi xwe li dij azadî / serxwebûna Kurdistanê derneketiye! Nizanim, lê bawer im ku dîroka cîhanê de jî, tevgerek ku li ser navê gelê xwe derketî rê: li pêş azadiya gel / welatê xwe ne rawestiya ye!
Di van rojên dîrokî de: ku Serokê Kurdistanê ji raya giştî ya cîhanî re ragihand: Kurd dê referendûmê ji bo serxwebûna xwe bikin!…Hin dengên nexêr ji nav ”Tevgera! Kurd derdikevin ku dibêjin: Na, em dewletê naxwazin: Barzanî, bere referendûmê ji bo azadiya Kurdistanê neke(!) Ev hest û helwêst nikare hest û helwêsta Kurdewer û têkoşerê Kurdistanê be! Ev hest dikare tenê ya dijberê welat û gelê Kurdistanê be!
Paradoksek mezin e: gava hevserokê PYD, Salih Muslim radigîhîne: Em li dij ragihandina dewleta Kurd in! Baş e: hûn ji bo derketina rê, hûn ji bo çi bi hezarên keç û xortên Kurdan rêdikin meydana şer (!) ji bo çi hûn hene, ji bo çi hûn xwe wekî parezgerê doza Kurd diyardikin (!) Hebûna rexistinî di doz / tevgera Kurd de, ji bo bidestxistina mafên gel ê welat e. Û armanca herî mezin di vê dozê de: azadî û serxwebûna Kurdistanê ye! Min tu caran bawer nedikir ku mirov van gotinan wekî şîret û rastiyek bide ber ”tevgerek” Kurd!
Li aliyê din, Hatip Dicle ku parlementerê Amedê yê BDP (niha bi navê entegrekirî-HDP) gotinên hîn girantir dibêje û li dij serxwebûna Kurdistanê derdikeve!
Lê Hatip Dicle jî zane, Muslim jî zane û hemî dijberên azadî / serxwebûna Kurdistanê jî zanin – Keç û xortên Kurdan bi hest a Kurdistanê xwe dikin bedel û canê xwe diyarî serxwebûn û azadiya Kurdistanê dikin!
Serokê Kurdistanê, deklarasyona serxwebûna Kurdistanê, di Parlementoya hilbijartî ya Neteweyê Kurd de, ragihand raya giştî ya cîhanî… Deng û ra ya gelê Kurd e! Gelê Kurdistanê bi encamdan a referendûma xwe ya serxwebûnê, dê baştirîn bersîvê bide kesên nerast bi doza Kurd û Kurdistanê jî û pêşbirên azadiya Kurdistanê jî….
Stockholm: 05 Tîrmeh 2014