Polîtîk

PKK bûye beşek ji komploya li dijî serok Barzanî û PDKê

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bersiva PKKê û Hevserokê KCKê Cemîl Bayik da û ragihand, ew tiştên ku PKK û Bayik dibêjin, hemû derew in. PDKê her wiha ji PKKê xwest, dest ji dijberiya Barzanî û PDKê ji rayedarên PKKê dixwaze dest ji derxistina astengan li pêşiya xebata rizgariya netewî û niştimanî ya Kurdistanê berdin û nehêlin ti kes û saziyeke sîxoriyê siyaseteke dijî kurd bi ser wan de bisepîne û xwe ji siyaseta têkdana yekrêziya gelê Kurdistanê û partiyên siyasî dûr bixin

PDKê îro di daxuyaniyekê de ku bi îmzeya Berdevkê Navenda Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê hatiye belavkirin, bersiva hinek nûçeyên vê dawiyê yên rojnameya Ozgur Gundem û ajansa ANFê, ku her du nêzîkî PKKê ne, da û ragihand, ew nûçe û agahiyên ku wan organên PKKê li dijî Barzanî û PDKê belav kirine wiqasî sivik, bênirx û vala ye ku mirov dide kenandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PKKê îdia kiriye ku “Serok Barzanî ji bona lidarxistina civînekê li dijî Malikî çûye Ordunê, paşê Azad Berwarî (endamê polîtburoya PDKê) li wir bi aliyên sunnî, beisî û terorîstên DAIŞê û çend rêxistinên din ên terorîstî re rûniştiye û pilana êrişên DAIŞê li dijî Mûsil û deverên din hatiye danîn. Lê piştî ku Nûrî Malikî bi wê civînê hesiyaye lewma Îranê Ehmed Çelebî (serokê kongreya niştimanî ya Iraqê) şandiye ba Barzanî da ku wî razî bike û ji nav wê pilanê derbixe…”

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku PDK wê çîroka derewîn a PKKê û hevserokê KCKê Cemîl Bayik riswa dike û wiha hatiye ziman: “Gelê Kurdistanê, Iraq û hemû herêm dizanin ku PKK bûyek beşek ji komploya li dijî Serok Barzanî û PDKê…”

Di beşek din a bersiva PDKê de hatiye gotin ku PKK û Cemîl Bayik ji bona ku dujmin û neyarên Kurdistanê razî bikin vê yekê dikin û wiha hatiye pirsîn: “Gelo hûn bi fermana kîjan saziya sîxoriyê dijberiya Barzanî û PDKê dikin, di demekî de ku Barzanî û PDK di vê demê de van erkên pîroz ên niştimanî didin meşandin?”

PDKê têkez kiriye ku ew her dem li dijî terorîzimê bûne û ne niha ne jî di paşerojê de amade nîne digel ti hêzeke terorîstî û antîdemokratîk rûnê lewma qet bi grûpeke terorîstî mîna DAIŞê re nabe hevpeyman ku her roj endam û pêşmergeyên PDKê şehîd û birîndar dike.

Di dawiyê de PDKê ji rayedarên PKKê dixwaze dest ji siyaseta dijîtiya PDKê û derxistina astengan li pêşiya xebata rizgariya netewî û niştimanî ya Kurdistanê berdin û nehêlin ti kes û saziyeke sîxoriyê siyaseteke dijî kurd bi ser wan de bisepîne û xwe ji siyaseta têkdana yekrêziya gelê Kurdistanê û partiyên siyasî dûr bixin ji ber ku ev dê zirarek mezin bide wan.

Back to top button