Kultur

Arşîva dîjîtal ya kovara ROJA NÛ li ser înternetê tê belavkirin

Arşîva dîjîtal ya kovara ROJA NÛ (1978-2001) ji bo belavkirina li ser înternetê tê amadekirin. Li gor agadarîya redaktorê berpirsîyar ê kovara ROJA NÛ Haluk Öztürk tevaya hejmarên kovarê wê di dawiya meha Tebaxê de li ser tora înternetê bên weşandin. Karê dîjîtalkirina kovarê ji aliyê xebatkarekî kevin ê kovara ROJA NÛ û Weşanên ROJA N Nûrî Göçmen ve tê meşandin.

Wek tê zanîn Roja Nû di sala 1978an de wek organa KOMKAR- Swêd (Komela Karkerên Kurdistan li Swêdê) dest bi weşanê kir. Ewê jî li ser rêça RÎYA AZADÎ (Özgürlük Yolu) û ROJA WELAT pêwîstî û giringîya ziman û çanda kurdî dît û ket xizmeta wî.

ROJA  NÛ di destpêkê de bi zimanên kurdî-tirkî û di forma rojnemeyekê de mehê carekê derdiket. Ji sala 1983an pê de tenê bi zimanê kurdî û wek kovareke çandî û edebî  hat weşandin heta sala 2001an. Hejmara dawî (108) di sala 2001an de derket. Dû re heta sala 2008an li ser înternetê hat weşandin. Niha malpera wê tenê wek arşîvekê heye.
ROJA NÛ li dervayî welat di pêvajoya  pêşxistin û geşkirina zimanê kurdî yê nivîskî de roleke girîng lîst.

Arşîva ROJA NÛ ya dîjîtal, herî dereng di dawî Tebaxê de dî li ser tora înternetê dikeve xizmeta xwendevanan.

Back to top button