Cîhan

Pîlotek îranî li Îraqê hat kuştin

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranî eşekre dike ku, pîlotek îranî li bajarê Samirayê li Îraqê di şerê li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Îraqê, hatiye kuştin û cenazeyê wî li bajarokê Siyax Drancun li wîlayeta Şîrazê li başûrê Îranê hatiye binax kirin

Li gor ajansa nûçeyan Faris a nêzîkî Pasdarên Îranê dide xuyakirin ku, ew pîlotê îranî yê binavê Ilimdarî Murcanî li bajarê Samerayê hatiye ”şehîd kirin”  û wî pîlotî mezarên pîrozên Ehil Elbeyt li Samerayê diparastin.

Weke tê zanîn Îran bi wê yekê tê tawanbar kirin ku, hêzên xwe ji bo alîkarîkirina Nurî Malikî hêzên xwe yên leşkerî bo Îraqê şandine, lê Îran hertim van tawnan red dike.

Back to top button