Kurd ji Nêçîrvan Barzanî çi dixwazin û ew dikare çi bike?

Nêçîrvan Barzanî di 10ê Hezîrana 2019an da jibo Serokatîya Herêma Kudistanê sond xwarbû û dest bi kar kiribû.

Sala yekemîn a serokatîya wî qedîya û sala duyem dest pê kir.

Bi vê helkevtê Rûdaw li sê parçeyên Kurdistanê, li Rojava, Bakur û Başûr, ji Kurdistanîyan dipirse, ku serokatîya Nêçîrvan Barzanî çawa dinirxînin û di sala duyem da daxwazên wan ji Serokê Herêma Kurdistanê çi û çine?

Kurdên ji Amedê, di warê dîplomasîyê da Nêçîrvan Barzanî serkeftî dibînin, alîkariya wî ya jibo Rojavayê Kurdistanê baş dinirxînin û dibêjin; „bila Nêçîrvan Barzanî hevkarîya me jî bike.“

Kurdên ji Qamişlo, helwesta Nêçîrvan Barzanî ya jibo piştevaniya nêzîkbûn û têkilîyên aliyên Kurd û rakirina astengiyên li ber Rojava wek helwesteke girîng dibînin û dibêjin; „em hêvîdarin, piştevaniya ku wî jibo me kir, wê berdewam be.“

Kurdên Dihokê, bi hêvî ne, ku Nêçîrvan Barzanî jibo çareserkirina kirîzên navxwe û başkirina rewşa Herêma Kurdistanê bêhtir hewl bide û pirsgirêkên navxweyî çareser bike.

Kurdên Kerkûkê, Nêçîrvan Barzanî kesayetekî nêzîkî hemû aliyan dibînin û dibêjin; „bila jibo Kerkûkê zêdetir rol werbigire û pirsgirêka Kerkûkê çareser bike.“

Kurdên Hewlêrê, sîyaseta Nêçîrvan Barzanî ya navxweyî sîyasetek pîvandar, li derve jî bihêz dinirxînin û dibêjin; „bila rikeberiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê da cîh digre, dawî lê bîne.“

Kurdên Silêmanîyê jî Nêçîrvan Barzanî sîyasetvanekî erkdar û pîvandar dinirxînin û dibêjin; „bila jibo yekrêziyê rola xwe bilîze.“

Kurdên ji her sê parçeyên Kurdistanê jî, ji serokatîya Nêçîrvan Barzanî xwedî hêvî û daxwaz in.
Cudabûna hevî û dawazên wan jî ji parçebûna Kurdistanê tê.

Bêguman Nêçîrvan Barzanî li her çar parçeyên Kurdistanê jî xwedî rolekî mezin e. Lêbele ew Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ye û sînorê erkdarîya wî jî ew der e.

Sedem vê yekê ye, ku Kurdên Bakur û Rojava ji Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkarî û hevkarîyê dikin.

Kurdên Başûr jî ji Nêçîrvan Barzanî daxwaz dikin, ku ew rola erkdarîya xwe bîne cîh. Wek serokê herêmê, yekrêzîya navxweyî ya Kurdên Başûr pêk bîne û pirsgirêkên herêmê û Kerkûke çareser bike.

Herçiqas di ser seokatîya Nêçîrvan Barzanî da salek derbas bibe jî, erkdarîya wi ji sala 1992an da dest pê dike û heta roja îro tê.

Di destpêkê da cîgirê serokwezîr, dûra bi salan serokwezîr, îro jî wek erkdarê yekemîn serokê herêmê ye.

Nêçîrvan Barzanî di warê sîyaset û erkdarîyê da mirovekî xwedî tecrûbe û zana ye.

Bêguman, ew pirsgirêkên Başûr ji başûrîyan, pêwîstîyên Bakur, Rojava û Rojhilat jî ji wan baştir dizane.

Pêwîstîyên her sê parçeyên ji serokatî û rêvebirîya Başûr tên kirin, nehatibe cih, ew kêmasîye, ku ev kêmasî jî kemasîya Başûr tenê nîne.

Lê pirsgirêkên Başûr, rewşa Kerkûke, pirsgirêkên jibo yekrêzîya heza Peşmerge û revebirîyê mirov nikarê bi kêmasîyê îzah bike. Ew tiştekî dine, ku mirov naxwaze wê rasterast jî binav bike.

Ez jî wek Kurdekî Bakurî daxwazek ji Serokê Herêma Kurdstanê Nêçîrvan Barzanî dikim.

Daxwaza min ev e, ku ew di demeke nêzîk ta Kerkûkê venegerîne ser herêma Kurdistanê jî, dikare bi rol û erkdarîya xwe, yekrêzîya hêza Peşmerge û rêvebirîya Başûr pêk bîne.

Dema ku ev herdu pirsgirek çareser bûn, wê gavê Başûr nebe dewletek serbixwe jî, wek dewletek bi yekhêz û yekrêzîya xwe, daxwaz û hevîyên ku her sê parçeyên din jê dikin, dikare bi hêsanî bîne cîh.

Bi awayekî din, vegerandina Kerkûkê ya li ser Kurdistanê jî, hevkarî û alîkarîya ji bo parçeyên din jî, bi yekhêzî û yekrêzîya Başûr va girêdayî ye.

Wek Serokê Herêma Kurdistanê erkdarê yekemîn Nêçîrvan Barzanî ye û barê herî giran jî li ser milê wî ye.

Ya ewê ji bin barê xwe xilas be û di kûrahîya dilê hemû Kurdan cîhekî mayînde bigre, ya jî ewê di bin barda bimîne…

Bêguman, daxwaza min ya yekemîn e…

12.06.2020

Îkram Oguz

[email protected]

Navkurd

Nerîna min :