Civak

Li Kurdistanê wêstgeheke elektrikê ya hêlmê dest bi kar kir

Biryare wêstgeha kehrebeya hêlmê ya Xebat ku li rêya gaza xwezayî û gazoil ve uze û enerjiya kehrebê berhemtîne, heta 20ê vê mehê dest bi kar bike. Wezareta Kehrebe jî dibêje: Îro tîmên Koriya Başûr gihîştine wêstgehê.

Li daxuyaniyek de Wezareta Kehrebaya Herêma Kurdistanê ragihand: Piştî nîvroya 12.06.2020 tîmên Koriya Başûr ji bo karpêkirina wêstgeha kehrebaya 300 megawatî ya hêlmê gihiştine Hewlêr.

Gihîştina wê tîma Koriya Başûr ku taybetmendin li karpêkirina wêstgehê “Bi palpiştiya Encûmena Wezîran, Wezareta Kehrebe û bi hevkariya Wezaretên tendirustî, Veguhestin û Gihandin, Navxweyî, Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexda û bi hemahengiya li gel Desteya Bilinda Firokevaniya Iraqê bûye” û ew bi firokeyeke taybet veguhestine Hewlêrê.

Wezareta Kehrebe dibêje: Gihîştina wê tîmê wekî amadekariyeke ji bo demsala havînê û bi cîhkirina bernameya kehrebeye ji bo xizmeta niştimaniyan.

Li go zanyariyan tîma serpereştiyarê wêstgehê, wêstgeha Kehrebeya Hêlmê ya Xebat yek ji wan wêstgehên pêşketiyan tê zanîn ku bi teknelojiyeyeke bilind hatine dirustkirin û li rûyê kêm têçûnê û parastina jîngehê ve girîngiyeke xwe heye û ji wêstgehên dinê berhemanîna kehrebeyê cûdaye ku li rêya gaza xwezayî û gazoil ve kar dike.

Back to top button