Civak

Kurd hêdî yasayên xwe bi rêya parlementoyê datînin

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê proje-yasaya Şirketa Kurdistanê bo dîtin û berhemanîna petrolê û sindoqa dahatên petrolê pesend kir û biryar hat dayîn ku ji Parlamentoya Kurdistanê re were şandin. Li gor vê proje-yasayê di paşerojê de welatiyên Kurdistanê dikarin bibin xwedan pişk di Şirketa Kurdistanê de.

Îro bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de Serokwezîr Barzanî daxwaz ji wezîran kir ku zû bersiva Parlamentoya Kurdistanê bidin û xwe ji pirsyarên parlamenteran venedizin.

Di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî behsa civîna dawî ya Encûmena Herêmê bo Karûbarê Petrol û Gazê ligel Parlamentoya Kurdistanê kir ku roja Duşemê hatibû lidarxistin û got: “Civîn li ser daxwaza Parlamentoya Kurdistanê bû ku dixwest agahdariyan li ser siyaset û dosya petrolê û pirsgirêkên ligel Bexdayên ên di vê derbarê de bizane.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Parlamentoyê gazin ji wezîran kirine ku dereng bersiva Parlamento û parlamenteran didin û wiha axifî: “Divê mekanîzmayek bê danîn ku di dema xwe ya yasayî de ku 15 roj e, bersiva parlamenteran bê dayîn.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha ji wezîrên kabîneya xwe xwest ku xwe ji pirsyarên Parlamento û parlamenteran venedizin.

Di civînê de herwiha gotûbêj li ser proje-yasaya Şirketa Kurdistanê bo dîtîn berhemanîna petrolê hat kirin. Piştî gotûbêj û nîqaşan proje-yasa hat pesendkirin û biryar hat dayîn ku ji Parlamentoya Kurdistanê re bê şandin.

Li gor vê proje-yasayê Şirketa Kurdistanê dê plandanîn, amadekirina siyaset û planên kargêrî, darayî û teknîkî yên xwe bi awayekî organîze bike û birêve bibe ku ligel siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê bigunce.

Dê Şirketa Kurdistanê bi şêwr û hevahengiya ligel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, Encûmena Herêmê bo Karûbarê Petrol û Gazê, serpereştiya hemû warên sektora petrol û gazê bike; Wek mohrkirina girêbestên dîtin, derxistin, pêşxistin û berhemanîna petrolê bike ligel şandina derve ya petrolê. Ev şirket divê di demeke diyarkirî de bibe şirketeke bi pişk daku hemû welatî bikaribin têde bibin xwedan pişk ku evna jî piştre bi yasayekê tê organîzekirin.

Back to top button