Agirê Sînema Amûdê û Mela Ehmedê Namî

Roj 13.11.1960î, roja bîranîna 54 saliya serpêhatiya Agirê Sînema Amûdê ye, roja şehîdbûna 280 xortên ciwan , xwendevanên dibistana Xezalî û Mutenebî li bajarê Amûdê.

Mela Ehmedê Namî dibêje: Tiştê ko di çîrokê de hatiye gotin pirê wan min bi çavên xwe dîtine û yên din ji rastgoyên bawerpê bihîstine. Namî bi pênûsa xwe hiştiye ko bûyera şehîdbûna rifdek ji xwendevanên Kurd yên di nava kûrangeha agirê sînemê de can dabûn, di nava rûpelên dîroka Kurd û Kurdistanê zindî bimîne.

Min jî xwest di vê bîranînê de rûpelkî ji pirtûka Agirê Sînema Amûdê ya bi navê Civîna Roja Pêşî, pêşkêşî xwendevanên birêz bikim û bi Namî re bibêjim: Ez vê pirtûkê pêşkêşî xwîşk û birayên xwe yên xwendevan û xoşewîst û xîretşinas dikim û sersaxî û dilxweşiyê ji gelê Amûdê re dixwazim.

       Samî Ehmed Namî
Stockholm.2014.11.13

         Civîna roja Pêşî

Civîna roja pêşî li bustanî, civîna bîrhatina derd û xeman e, bîrhatina pêtên agir e.
Ez pir bawer im ko ew civîn wê gelek zehmet û dijwar be, çiko roja pêşî ye herkes wê bi dilgîrî û çavên bi giryan, dê û bav, xwîşk û bira, dotmam û pismam, pîr û ciwan û cegersoz wê li bustanî, li mezargehê bicivin; cîgayê bîrhatina şewata 280 xortên ciwan.
Nemaza dema ew ademîzad li hember mînak herin û bên.

Naçar wî çaxî, deryayê derd û xeman wê bête coş û fewranê û herkes bi gazî û fîxan, bi qîrîn û hawar, mest û sergerdan be…

Bê hejmar peyalên rondik û fermîskên sor wê li axa bustan û mezargehê bêne reşandin, hingî bê his û deng wê di nava malikên gul û çîçekan re li hev bigerin, bi desmalên xwe hêsirên çavan paqij û ziwa bikin.
Ji nû ve yeka yeka, dido dido, sisê sisê wê li ber masên kevirî rûnin. Maze, wê ji mêlak û can û cegerên sotî be.

Di wê civînê de, civîna ko herkes tê de beşdar bûye, Namîyê jar û birîndar wê peyalek ji fermîskên xwe yên sor ji gelê civîna pêşî re pêşkêş bike.

Wê bibêje û bibilîne:

Xwîşk û birayan

Peyalek va ji fermîskê min î sor ey birader

Bigir Xalo didim te vê ji abê Hewedê Kewser

Belê paşê bide yek yek heval û hogirên xwe

Qedeh zêrav e neqşê Çîn û Maçîn e ji mermer

Ji çeşmê xwe dibarînim hero sed tavî baran

Wekî dînê li çolan şev li min bû ba û bager

Felek zalim dilê xemgîn nedî şadî bi carek.

Heta peykê kul û derdan ji bo min bûye rêber (*)

Dîsa jî ev ne cara pêşî ye ji bêbextiya sitemkariya felekê di derheqê vî miletê xemgîn de!.

Piştî vê civîna xemgîn û bi giryan û şîn, di wê roja ko gulistana mezargehê bi hêstir û rohnikên qîz û bûkan û hûr û periyan bête avdan û xunafek hûr wê bigre riwê pelên gul û jîle û sosinan.

Bêgoman ew civîn wê 5 deqîqe sernixwîn bimîne sekinî, şîn li ser xortên ciwan…Şîn…Şîn…Şîn…

Dîsa Namîyê dilgîr dibêje:

Ey xwîşk û birayên dilgîr, gelê Amûdê.

Ji Yezdanê gewre û mezin hêvîdar im ev ziyan ziyana we ya dawî be û li dûv vê ziyanê, xweşî û şadî rêber û hemneşînê we bin û her tim serfiraz û bextiyar bin.

Hûn yên mayî sax bin.

Yên çûyî sipartî dilovanî û mehrevaniya Yezdanê pak bin.

(*) Dîwana Daxwazname, ji helbesta Namî, Kul û Gazin, rûpel 36.
Çavkanî: Pirtûka Agirê Sînema Amûdê, Mela Ehmedê Namî, rûpel 78-79.

Nerîna min :