Li Almanya di kongreya Partiya Kesk a Almanî de , kurdan doza pişgiriya serxwebûna Kurdistanê kirin. Herweha kurdan daxwaz kir ku Partiya Kesk ji bo rêkirina çekan ji Kurdistanê re bêje erê û siyaseta xwe di vê derbarê de biguherê.
Dema di kongreyê de Cem Ozdemir dest axavtina xwe kir gelek keç û lavên kurd derketin ser sahnê û li ser singa wan Kurdistana serbixwe nivîsandibû. ala Kurdistanê li ser singa wan bû.
Herweha pankratek ku Almanî, ingilîzî û kurdî “ Ji bo Kurdistana serbixwe “ nivîsandî vekirin.
Bi vê çalakiyê ciwanên kurd pişgirîyek bi wate dan serbixwebûna Kurdistanê.