Li Kobanê DAÎŞ paşve dikeve. Li gora nûçeyên cuda ji ajansên cihanê û herweha li gora daxuyaniyek ya Rewangeha Mafên Miriovana Sûrîye Hêzên pêşmerge û çekdarên YPGê  şerê li dijê DAÎŞê de pêşve diçin. Niha ji %50 bajarê Kobanê ketiye destê kurdan de.

Di vê derbarê de fermandarê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Kobanê General Ehmed Gerdî, behsa eniyên şer yên li Kobanê kir û ragehand ku çekdarên DAİŞ’ê niha vekişînê wek çareseriya herî baş dibînin ji ber nema dikarin berevaniyê li xwe bikin.

General Ehmed Gerdî di vê derbarê de dibêje: ‘’Herçiqas ligel hatina Pêşmergeyan rewşa şer guheriye, lê ligel topbarankirina me ew jî topbaran dikin û heta niha em bi tundî bersiva wan didin, wek mînak ji doh ve heta niha derbeyeke dijwar li wan hatiye xistin ku di 24 saetan de nikarîne topbaranê bikin, evna jî nîşaneya lawazbûna wan e.’‘

Derbarê wan cihên ku li Kobanê hatine kontrolkirin de jî General Gerdî got: ‘’Di van çend rojên borî de zêdetir Pêşmerge li eniya rojhilat pêşde çûne ku bi alîkariya Hêzên Hevpeymanan, Pêşmergeyan karîne nêzeka kîlometreyekê ber bi pêşde biçin. Kobanê ji DAİŞ’ê tê paqijkirin. Herwiha çekdarên DAİŞ’ê wek caran li Kobanê nemane û niha li rêyekê digerin ku paşde vekişin.’

Nêrînek

  1. Nûceka gelek base û gelek spasiyê we dikim, bele min jî ji bo we jê gelek medya û henik tv meyên Kurdîn da nûceyên ûsa wergirtine, taban wextek ew ceteye îslami DAIS ketibû dora Kobanê lê ser gele me ew hereme gelek kûstin kirin û ew herema Kurdistan'ê jî tari û mar kirin. Ji bo wen jî bê dêhe hezaran gele me hetanî ser xeta bakûre Kurdistan'ê hatine. Taban ji serîda gele me bakûre Kurdistan'ê û dewletên nawnetewîn jî ji bo alîkariyên desten xwe jê bo ew gele mên ra drej kirin. Ya dûyemîn jî wextek Pesmergeyên basûre Kurdistan'ê qehreman ji pistgiriye gele me bike û Amerika û henik devletên dostên din jî li dijî ew ceteyê îslamî pistgiriye berxwedana kirin û ew ceteye îslamî gelek hatin kûstin û ji ew herema Kurdistan'ê êdî dûr dikevine.\r\nEw jî êdî eskere bûye derek gelemeyê her car parcê Kurdistan'ê li dijî dûjminî ûsa me lê her deme pistgiriyê hevdû bikin, eger xebateka ûsa nayê mesandin, ew jî ji bi berxwedanen ra ne bas bibe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: