Polîtîk

Serok Barzanî û Serok Gysi rewşa Kurdistanê nirxandin

Îro sêşem 25.11.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Gregor Gysi Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlemena Elmanya Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlemena Elmanya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û silavên Şêwirmend û Wezîrê Derveyê Elmanya bi Serok Barzanî gihand. Her wiha ji bilî balkişandina li ser pêşketinên Herêma Kurdistanê li hemû waran da wê yekê xisterû ku niha li ser asta cîhanî da Kurd rêz û pêgeyekî xwe ya gelek baş heye û Kurdistan demeke dirêj hatiye çewsandin lê belê kariye kar ji bo azadiyê bike û rêya xwe bi serkeftiyane vebike. Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlemena Elmanya rola Serok Barzanî li wan pêşketinan de bilind nirxand û her wiha destxweşiyê li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ku karîne rê li terorîstan bigrin û Êzîdî û Mesîhî û pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê biparêzin. Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlemena Elmanya balkişand li ser wê karê mezina Herêma Kurdistanê ku buye penageha sedan hezar koçberan û palpiştiya welatê xwe jî li yarmetîdana mirovî ya Kurdistanê û her wiha hevkarîkirin û meşqpêkirina hêzên Pêşmerge dûpat kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Şêwirmend û Wezîrê Derveyê Elmanya kir û her wiha destxweşiyê li palpiştî û hevkariyên Elmanya ya ji bo gelê Kurdistanê û Pêşmerge kir û bi bandor û karîgerî da zanîn.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna Pêşmerge û terorîstan û balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge karî rê li pêşrewiya terorîstan bigre û terorîstan ji zêdetirê wan navçeyan derbixin ku wan dagîr kiribûn. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku êrîşa terorîstan ya li ser asayîşa cîhanê û hemû dewletan ciddiye û ji bo rûbirûbûna wan jî pêwîste li warên fikrî û aborî ve jî şerê wan bê kirin û çavkaniya darayî û dahata wan bê hişk kirin. Di derbarê wan hevkariyên serbaziyên ji aliyê welatan ve pêşkêşî Pêşmerge kirine Serok Barzanî wê yekê xisterû ku hê jî ew hevkarî ne li asta wan êrîş û tehdîdane ku ji aliyê terorîstên Da’îş ve rûbirûyê Kurdistanê bune, ku li beranber da jî terorîstên Da’îş îmkaniyat û çekên pêşketî ya dû dewletan ketiye destên wan. 

Serok Barzanî di derbarê şerê dijî terorîstên Da’îş de tekez li wê yekê kir ku ji bo gelê Kurdistanê cihê şanaziye Pêşmerge qehremanane şerê terorîstên dirinde dike û li beranberî wan rawestaye. Di derbarê rewşa koçberan jî Serok Barzanî eve ji bo şanda mîhvan şîrove kir ku bi hemû şiyanek ve yarmetiya wan didîn û wan diparêzîn lê belê asta karesatê û hejmara koçberan gelek zêdeye û ji şiyanên Herêma Kurdistanê derbasbûye, bi taybetî ku li demsala zivistanê da pêwîstiya wan zêdetir dibê û koçber jî tûşî rewşeke xerabtir dibin.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û çûna Pêşmerge ya Kobanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Elmanya hate nirxandin. 

Back to top button