Polîtîk

Boghossian: Ez ji dapîra xwe fêrî alîkarîkirina penaberan bûm

Kurdistan: Ew welatê li nava Rojhilata Navîn ku li ser çar dewletên cûda cûda bi zorê hatiye dabeşkirin.

Başûrê Kurdistanê: Ew Herêma ku ev çendîn sale bi pêkvejiyan, pirçandî û aramiyê ji bo hemû Rojhilata Navîn wekî modeleke nû dihate destnîşankirin.

Belê li vî Herêma ku hejmara nîştecihên wê wekî 5-6 milyonan tê zanîn, piştî şer û pevçûnên li welatên dewruberên wê nêzîkî 2 milyon û nîv kesan kiriye mîhvanê xwe. Helbet di nava vê hejmarê de milyonek û nîv wekî penaber hatine tomarkirin ku birastî jî li rewşeke xerab de dijîn û ew milyonê din jî wekî hemwelatiyên ji rêzê jiyana xwe didomînin. Hikumeta Herêma Kurdistanê nêzîkî saleke ji aliyê Hikumeta Navendî ya Iraqê ve budçeya wê, hatiye birîn û wê xistine nava qeyraneke aborî. Li ser van bûyeran jî Herêma Kurdistanê li gel dewletekî dirinde (rêxistina teroristiya Daîş(ISIS)) li nava şerekî gelek dijwar de ye. Helbet li rewşeke wiha de xwedî derketin û spartina wan mîhvanan jî karekî gelek zehmete û pêwîstiya wan penaberan û Herêma Kurdistanê jî alîkariya navdewletî û xêrxwazên cîhanî heye.

Li vê rewşa xerab de, ji welatekî gelekî dûr, ji Parîsa paytexta Fransa xanimeke xêrxwaz ku ji reseniya xwe ve ew jî ji axa Welatê Rojê (Kurdistan) ye, destê xwe yê alîkariyê dirêjî penaberan û Kurdistanê dike, ku ew jî Doktore Elise Boghossian (Êlîz Baxosyan) e.

Elise_Boghossian1_899668389.jpg 

Elise Boghossian ku doktoreke pîsporê Akupunktur û Tibba Çînî ye, li Fransa, Çîn û Vietnamê xwendina xwe qedandiye. Dayik û Bavên wê, ji eslê xwe xelkê bajarê Sêwas a Bakûrê Kurdistanê ne û di dema komkujiya Ermeniyan de ew pêşî diçine Stenbolê û ji wir jî penaberê Fransa bûne û li wir jî mezin bûye.

Elise_Boghossian_281197408.jpgDoktore Elise Boghossian di derbarê malbata xwe de wiha dibêje: Birastî ez li ber destê dapîra xwe mezinbûm. Wê hemû serpêhatiyên xwe ji min re vegotibû. Ew jî ji ber ku penaber bûbû û gelek êş kişandibû li ser daxwaza wê, ez bûm doktor û ez bi rêya wê fêrî alîkarîkirina mirovan bûm. Tirkan hemû kesûkarê dapîra min kuştibûn, ew hê yek mehî bû li nav zarokên Sêwîxaneyê de mezin bibû, mêrê wê jî ku 15 sal jê mezintir bû û ew jî reviyabû çûbû Dêrezorê ji ber wê jî ji wê komkujiyê rizgar bubû. Ez dizanim Tirka em kuştin, lê em naxwazin dîsa şer bikin. Berî demekî em li Tirkiyê bûn, Tirk li ragihandinê de wiha nîşan didin ku ew alîkariya Kobanê dikin, lê mixabin eve ne raste. Ez naxwazim tevlî siyasetê bibim, ez dixwazim alîkariya nexweşan û penaberan bikim. Lê mixabin ji bo alîkarîkirinê dîsa jî me pêwîstî bi siyasetmedaran heye, em naxwazin ew bi tenê alîkariya rêxistinên mezin bikin, alîkariya wan kesan bikin ku birastî jî alîkarî dikin. Siyaset ne karê mine.

Elise_Boghossian2_983868346.jpg 

Boghossian piştî ku dibe doktor li Vîetnamê bi awayeke xwebexş û dilxwaz dest bi alîkariya penaberan dike û li wir alîkariya kesên ku di encama şer de bê dest bê ling mane dike. Di Salên 2003 ya de jî ji bo alîkariya penaberan çendîn caran diçe Ermenîstanê.

Dr Elise Boghossian di derbarê çawayiya hatina xwe ya Kurdistanê de wiha dibêje: Ez berî ku bême Kurdistanê, li Urdinê min alîkariya penaberên xelkê Suriyê dikir. Paşê li ser daxwaza Dr Frédéric Tissot (Konsolê Giştî yê Fransa (Berê) li Hewlêra Paytexta Kurdistanê) min berê xwe da Kurdistanê. Ez hatim vir û li vir bi rênîşandan û alîkariya Sînemxan Celadet Ali Bedirxan û bi alîkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî min dest bi xebatên xwe kir. Li vir min dît ku ne bi tenê xelkê Sûriye penaber bûne, gelek xelkên din jî hene ku halê wan gelek xerabe. Her wiha kesên Mesîhî, Êzîdî û Misilmanên Iraqê jî xwe spartine vê beşa Kurdistanê.

Li Fransayê jî me komeleyeke xêrxwaziyê heye û em li wir jî dixebitin. Eve yekemîn care îsal Hikûmeta Fransa bi 45 hezar Euro alîkariya rêxistina me ya xêrxwaziyê kir ku em bikaribin zêdetir alîkariya penaberên li Kurdistanê bikin. Me hineke din jî alîkarî berhevkir û me karî Otobusek ji bo Nexweşxaneya Seferî bikirin, di demeke nêzîk de ew wê bigihe Kurdistanê. 

Di derbarê kar û xebat û alîkarîkirina xwe ya Kurdistanê de dide zanîn ku Ew çaremîn care tê Kurdistanê. Her dema ku serdana Kurdistanê dike ew zêdetir pê dihese ku alîkariyên wê li hember vê hejmara penaberan û nexweşan de gelek kême û dibêje: Ez diçim û têm dibînim ku hejmara penaberan zêdetir û rewşa penaberan jî xerabtir bûye. Eger wiha berdewam bike me sed otobusên din jî ji bo dermankirina nexweşên penaber hebe têra me nake. Kêşeyên me gelek hene, doktorên dilxwaz hene ku alîkarîbikin, lê belê me amûr û cîhazên pêwîst tûne, an hinek kamp û wargehan de her derman tûne. Em bi awayeke dixwazin hem teknîka kar û xebata xwe fêrî van doktor û xwendekarên doktoriyê bikin, hem jî pêwîstiyên wan yên wekî derman û amûrên tendirustiyê dabîn bikin.   

Dr Elise Boghossian di vê sohbeta me de dixwaze peyameke bişîne hemû xêrxwazên cîhanê ku zêdetir alîkariya penaberên li Kurdistanê bikin û wiha dide zanîn: Peyama min ji bo rêxistina tendirustiya cîhanî û rêxistinên xêrxwaziyê ewe ku zêdetir alîkariya vir bikin. Her wiha ji Fransayê ez gelek kesan dizanim ku dixwazin alîkariyê bikin, lê mixabin sîstem û pergaleke wiha tûne ku ew kesên bixwazin alîkariyê bibêxşîn radestî kî û çawa bikin.

Elise_Boghossian3_481749734.jpg 

Berdewamiya hevpeyvîna me de Boghossian behsa alîkariyên ku anîne Kurdistanê dike û dibêje: Me derman û ciluberg anîn, me serdana penaberên Mesîhî, Êzîdî û Misilmanan kir. Li vir li gel Dr Viyan Yusif ku Serokê Saziya Xêrxwaziya Tendirustiya Kurdistanê ye dixebitîn. Nêzîkî dû sed doktorên xêrxwaz li gel vê saziyê alîkariya penaberan dikin.Vê Otobusa Nexweşxaneya Seferî jî emê pêşkêşî wan doktoran bikin ji ber ku me li gel wan peymanek îmza kiriye û ewê li ser hemû penaberan bigerin û nexweşan derman bikin. Helbet eger me pere hebe, em dikarin dû, sê otobusên din bikirin û ji Ewrupayê hinek doktorên ku bikaribin ameliyatan pêkbînin bînîn.  

Di dawiyê de Dr Elise Boghossian dide zanîn ku yarmetî kirin û alîkarî kirina mirovan karekî pîroze û dibêje: Gelek keyfa min tê dema ku dema alîkariya penaberan dikim. Helbet ji bo hatina xwe ya Kurdistanê û piştî hatinê jî ez wan alîkariyên Dr Frédéric Tissot, Sînemxan Celadet Ali Bedirxan û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nikarim ji bîr bikim û gelek spasiya wan dikim.

 

 

 

Back to top button