Ji bo çi naveroka hevdîtina xwe eşkere nakin?
Em dibînin ko îro gelek kes û medya dibêjin dê girevên birçîbûnê dawî werin. Bila çend gotin jî deynê stûyê min be: Heta ko KCK ji bo dawîkirina girevên birçîbûnê neyê qanekirin ti kes guh nade banga Ocalanî.
Madem dê girevên birçîbûnê dê îro dawî werin ji bo çi parêzerên Ocalanî ev 2 roj in bêdeng in?
Ji bo çi naveroka hevdîtina xwe eşkere nakin?
Ocalan ji wan re çi got?
Ew hêviya pesendkirina çi û kî ne?
Gelo Ocalan bi rastî jî dixwaze girev dawî werin an dixwaze lê nikare KCKyê qane bike?
Digel ko HDP daxûyaniyeke fermî nedaye kîjan alî xwest rojevek wisa biafirîne?
Çîroka dawîbûna girêvan di van pirsan de veşartî ye.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan piştî demek dirêj careke din di rojeva hikûmeta Tirkiyeyê de ye.
Berpirsên hikûmetê rojane di derbarê hevdîtinên wî yên bi parêzerên xwe re daxûyaniyan didin.
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul di kombûnekî xwe yê digel rojnamevanên Tirkiyeyê de dibêje; çi pêwendiya destpêkirina hevdîtinên Ocalanî û parêzerên wî, bi pêvajoya çareseriyê û hilbijartina Stenbolê re niye. Pêştir astegiyên yasayî li pêşiya hevdîtinan hebûn û niha ew astengî hatin rakirin. Nabe mirov vê meseleyê wekî destpêkirina pêvajoya çareseriyê şîrove bike.
Wezîrê Dadê li ser pirsa gelo dê hevdîtin berdewam bin an na, bersiveke zelal nade. Li gor Abdulhamît Gul berdewamiya hevdîtinan girêdayî yasayan û rewşa zindana Îmraliyê ye.
Ji alîkî din ve gelek kes û dezgehên medyayê radigihînin ko girevên birçîbûnê dê îro dawî werin. Lê berevajî van îdiayan Parlementerê HDPyê û herwiha biraziyê Rêberê PKKyê, Omer Ocalan dibêje Abdullah Ocalan digel parêzerên xwe roja çarşemê hevdîtin kiriye. Lê ji bo dawîkirina girevên birçîbûnê çi bangeke Ocalanî negihiştiye destê wan û di rojeva wan de gengeşeyeke bi vî rengî niye.
Bi ser hevdîtina Ocalan û parêzerên wî 2 roj derbas bûn. Lê parêzerên wî bêdengiyê hilbijartine û heta niha nayê zanîn peyama Ocalanî çi ye? Li ser vê meseleyê Koma Civaka Kurdistanê KCK jî bêndeg e.
Nûçe/Analîz