Cîhan

Dema hun dengê xwe didin, welatê bav û kalan jî bifikirin

 

Di dawiya vê hefteyê welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo hilbijartinên parlamentoya Ewrûpayê wê dengê xwe bidin. Hin kurdên welatparêz ku hemwelatiyên Yekîtya Ewrûpayê ne jî berbijêr in.

Roja 26ê Gulanê li 28 welatên ku endamên Yekîtiya Ewrûpayê ne, ji bo 751 endamên parlamentoya Ewrûpayê, diçin ser sandoqan.  Di nav namzetan de kurdên hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê jî hene. Herçiqas îstatîstîkek bi cî tunebe jî, hejmara hilbijêrin bi eslê xwe Kurd in, li dor milyonekê ne. Herweha li çend welatên endamên Ewrûpayê, di nav namzetan de çend kurdên welatparêz jî hene.

Helbet Kurdistaniyên hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê ne, dema dengê xwe bidin, wê li îdelojî, bernameya partiyan, kêrhatîbûn û ajanda namzetan jî bifikirin. Ev mafê wan ê rewa ye, lê em di vir de dixwazin hilbijêrên Kurdistanî dema dengên xwe didin, li gel ev qistasên wan ên li jor hatiye qal kirin, namzetên esil Kurd ku welatparêz in û herwisa kesayetiyên ku di her şertî de dostaniya miletê Kurd dikin jî bifikirin.

Ji bo me kurdên li Ewrûpayê qandî guherînên jiyana me ya li wir, bûyerên li welatê me diqewimin jî tesîrek pozîtîf an negatîf li jiyana me ya rojane dike. Kurdistanîyên Ewrûpa ji bo erka xwe ya hemwelatiya welatê xwe yê nuh bi cî bînin divê her in ser sandoqan û dengê xwe bidin. Dema dengê xwe didin li gel çend qistasên ku şexsî û malbatî ji wan re girîng e, bila qistasa xwe ya welatparêziya welatê xwe ya Kurdistanê jî li ber çavan bigrin.

Bi silavên me

PAK-Ewrûpa

Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpa

Back to top button