CîhanRojev

Ji bo çalakiyên PKKê bala Fransa û Almanya hate kişandin

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu li ser maseya Editoran yê ajansa Fermî ya Tirkiye  Ajansa Anadolu yê behsa rojeva Tirkiye û siyaseta derve kir û daxûyaniyûn balkêş dan.

Çavuşoglu dibêje: Li nava welêt yan jî li dervayî welêt, yan jî li Sûriyeyê, li ku derê dibe bila bibe erkê me ye ku em gef û talûkeya terorê ji holê rakin.

Çavuşoglu, di der barê çalakiyên PKKyê da ragihand ku balyozên Enqereyê yên Fransa û Almanyayê ji ber çalakiyên ku PKK li welatên wan li dar dixe vexwendine Wezareta Derve.

Wezîrê derve behsa Yunanisyanê jî kir û got: Yunanistanê statuya giravan xera kiriye, loma jî divê van giravan ji çekan paqij bike. Wisa neke wê nîqaşa desthilatdariyê derkeve.

Back to top button