Nivîsar

Denklema neteweya kurd, dewletên kolonyalîst û PKKê, operasyonên rojane…

PKKê dihat wê wateyê ku dewleta Kolonyalîst ya Tirk, xwe di nav Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê de organîze kir. Pişt re jî PKK bû taşeron û hevalbendên dewletên din yên kolonyalîst (İran-Iraq-Sûriye)

Îbrahîm  GUÇLU

Kurdistan, di sala 1639-an de encama Peymana Qesri Şêrînê bû du beş, ket bin bandor û desthilatdariya Împaratoriya Osmanî û Farisî.

Kurdistan di sala 1923-an de jî encama Peymana Lozanê bû çar beş, ket bin bandor û desthilatdariya çar dewletên nîjadperest, kolonyalîst.  Kurdistan ji koloniyên klasîk xirabtir mahkumî jiyanekê bû, di statuyekê gelek xirab de jiyana xwe domand.   

Hezar mixabin di qonaxa em têde dijîn de jî statuya Kurdistanê hîn nehatiye guhertin. Li dinyayê mirov dikare bibêje ku bes Neteweya Kurd, ji dewleta xwe bêpar e. Em wek her dem,  îro jî ew rewşa hewcedarî niqaşe û gengeşiyeke girîng e.

Lê cem ev rastiya tehl, rastiyeke din jî heye ku neteweya kurd jî, ji bona dewleta xwe ava bike û hemû mafên xwe yên neteweyî qezenç biike, ji bona xwe jiyaneke azad û serbixwe ji aliyê civakî, siyasî, aborî û çandî de ava bike di nav têkoşîneke dîrokî û dijwar de ye. Têkoşîna Neteweya Kurd, 200 sala didome. Şehîdên Kurdistanê bi hejmar li dinyayê qasî serhejmara gelek dewletên serbixwe ye. Lê dîsa jî qedere neteweya Kurd û Kurdistanê nehat guhertin. Bes li beşekî  Başûrê Kurdistanê neteweya kurd xwediyê statuyeke federe ye, neteweya kurd jî xwediyê dewleta federal ya hevbeş ya Iraqê ye. 

Heta salên 1975-an her çiqas di nav Tevgera Neteweyî ya Kurdişstanê de jî xayin derdiketin û xiyanet çê dibûn, lê ev qewimandinan mûwaqqet bûn. Bêguman zirarê mezin didan Tevgere Neteweyî ya Kurdistanê.

Heta sala 1975-yî dijminên neteweya kurd gelek diyar bûn. Ew jî dewletêm kolonyalîst û dagirker bûn. Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê, li hemberî Dewleta Tirk, Dewleta Îranê,  Dewleta Iraqê, Dewleta Sûriyeyê xwe rêdixistin. Armanc û dijminên Neteweya Kurd û Rêxistinên Kurdistanê  zelal bûn. Gorî ev armanc û dijminê zelal û diyar Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê xwe rêdixistin; ji bona têkoşîna xwe ya rizgarîxwaz û serxwebûnê Kurdistanê rê û rêbaza xwe diyar dikirin. Dema ku didîtin ku ew rê û rêbaz şaş e, wê demê rê û rêbaza xwe diguhartin.

Denklem,  Neteweya kurd û dewletên kolonyalîst bûn. Çareseriya vê denklemê gelek zelal û vekirî bû.

Lê piştî salên 1975a-an denklem hat guhertin. Denklem bû Neteweya kurd, dewletên Kolonyalîst û PKKê. Ev denklema wek denklema pêşî ne rehet û hêsan bû ku çareser bibe. Rewşeke gelek tevlihev çêkir, di nav kurdan de sergêjiyeke mezin hat rojevê.

Ev car di nav Tevgera Neteweyî Kurdistanê de, pêşî li Bakûrê Kurdistanê, pişt re jî li Başûrê-Rojhelata-Rojavayê Kurdistanê PKKê bû aktorek neyênî (negatîf) û  girîng. PKKê dihat wê wateyê ku dewleta Kolonyalîst ya Tirk, xwe di nav Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê de organîze kir. Pişt re jî PKK bû taşeron û hevalbendên dewletên din yên kolonyalîst (İran-Iraq-Sûriye).

Bi vê rewşê di armanc û dijminê neteweya kurd de nezelalî hat meydanê. Dikarim bibêjim ku piştî PKKê di nav Tevgera Neteweyî kurdistanê de hat rêxistinkirin, dewletên kolonyalîst xwe veşartin, karên bikin bi destên PKKê kirin. PKK bi her awayî êrîşî kurdpeweran û rêxistinên Kurdistanê kirin. Dest pê kirin ku kurdperweran bikûjin. Di hemandem de li hemberî gelê kurd jî şer îlan kir. Ev bû sedema kaoseke mezin.

Ev kaos û tevlihevî di vê qonaxê de jî bi gelek awayan didomîne. Ev kaosa bûye sedem ku di serê kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê de,  di armanc û dijmin tespîtkirin de nezelalî û tevlihevî aniye rojevê.

Ev jî dibe sedem ku helwesteke hevbeş nayê diyar kirin û çareseriyek pêk nayê.  

Dewleta Tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonan dimeşîne. Ji bona van operasyonan jî PKK wek sedem tê nîşan dan.

Hîç şik tune ye ku operasyonên Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiya neteweya kurd e. Hîç kurdek, kurdperwerek, rêxistineke Kurdistanê jî naxwaze ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonan çê bike û herêman dagir bike. Lê hîç şik tune ye ku PKKê ji vê rewşê kêfxweş e. Ew mîsyona xwe pêk tîne. Ji dewletên dagirker re, rê  û derfet çê dike ku li Kurdistanê operasyonan pêk bînin.

 Rastiyek heye ku di nav kurdpeewer û rêxistinên Kurdistanê de ji bona sedema operasyonên Dewleta Tirk lihevkirinek tune ye. Beşek Kurdpewer û rêxistinên Kurdistanê dewletên dagirker û kolonyalîst, perasyonan dibînin; lê rola PKKê di operasyonan de nabînin û biçûk dibînin. Dibêjin ku dewletên kolonyalîst dijminê neteweya kurd e, loma PKKê jî nebe dikarin operasyonan bikin, ew nêrîn ne rast e. Dewletên Tirk dijminên Kurdan e, lê ji bona kurdan ne, dewletên dagirker yên li Kurdistanê desthilatdar in, îzin nadin ku li welatên wan operasyon çê bibe.

Dewleta Tirk û Îranê, eger nûha PKKê li Başurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê nebe nikarin operasyonan bikin. Yanî sedema esasî ya operasyonên dewletên dagirker, PKKê ye.

Gelek aşkere ye ku PKKê ji bona li Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike, bi hêzên terorîst û dewletên kolonyalîst re tîfaq çê dike. Li Başurê Kurdistanê plana Dewleta Îranê aşkere, planên Dewleta Tirk jî veşartî cî bı cî dike. Loma ji bona ku pêşiya operasyona Dewleta Tirk bê girtin û li Kurdistanê aramî çêbe, xirabiyên PKKê dawî bên, divê PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve.  Wê demê Dewleta Tirk nikare li Başurê Kurdistanê û li dewleta Federal ya Iraqê operasyonan çê bike.

Heman problem li Rojavayê Kurdistanê heye. Hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê dibe sedem ku Dewletên emperyalîst û kolonyalîst gelek bi hêsanî operasyonan li Kurdistanê pêk bînin. Nûha li Rojavayê Kurdistanê Rejîma Baasê, Dewleta Îranê, Rûsya, Emerıka û Dewleta Tirk desthilatdar in.

PKKê, Rojavaya Kurdistanê ji holê rakiriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye “Bakurê Sûriyeyê” ye. PKKê naxwaze ku Rejîma Baasê ji Kurdistanê derkeve, li Sûriyeyê rejîmeke demokratîk û li Kurdistanê desthilatdariya kurdan ava bibe.

Divê ku kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê di van rastiyan de zelal bibin. Denklemê rast ava bikin û çareser bikin.

Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê divê baş bizanin ku ew nikarin pêşiya operasyonên Dewleta Tirk bigrin. Lê eger bi çavekî baş li PKKê dinêrine, wê demê divê ji PKKê daxwaz bikin ku PKK ji Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derkeve.

Di van rojên dawî de berpirsê PKKê diyar kir ku “eger li hemeberî Dewleta Îranê êrîşeke emperyalîst dest pê bike; emê li hemberî êrîşên emperyalîst yên li hemberî Îranê bi her awayî şer bikin.

Ev helweta dema baş bê şirove kirin, baş fahm dibe ku armanca PKKê ne rizgariya Kurdistanê ye. Ji dewletên kolonyalîst re xizmet e.

Diyarbekîr, 27. 05. 2022      

Back to top button