DosyaPolîtîk

Her kurdek divê her perçeyekî Kurdistanê wek beşekî laşê xwe bibîne

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk:

 ‘’Her kurdek divê her perçeyekî Kurdistanê wek beşekî laşê xwe bibîne’’

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk  roja 29.05.2022yê, li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê  konferansek  da.

Nûnerên ENKSyê yên li Stenbolê, Berdevkê HEZKURDê Fevzî  Bûlgan û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, li gel rêvebir û endamên PAKê, eleqeyeke baş nîşanî konferansê dan.Ji ber cîhê konferansê teng bû, gelek kesan  li ser pîyan konferans şopandin.

Kurdistan TV, Kurdistan24 TV û Rûdaw TVyê jî konferans şopandin, weşandin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun moderatorîya konferansê kir. Kasim Ergun di derbarê armanca vê konferansê da kurte axaftinek kir, paşê beşdarên konferansê ji bo şehîdên Kurdistanê yek deqîqe rêz girtin. 

Mustafa Ozçelîk di derbarê rewşa li Bakûr Kurdistanê û Tirkîyeyê û herweha rewşa Rojava , Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê de bir û ray û sîyaseta PAKê bi Kurdî anî ziman.Piştî axaftina Mustafa Ozçelîk, hinek beşdarên konferansê jî bîr û rayên xwe anîn ziman û ji Mustafa Ozçelîk pirsên xwe kirin; Mustafa Ozçelîk jî bersîva wan pirsan da.

Ev jî çend xalên sereke ne ku Mustafa Ozçelîk di konferansê da anîn ziman:

–Di dîroka Kurdistanê da, tu demê wek vê dema ku em tê da dijîn, bûyer, rûdan, sîyaset û qedera her çar perçeyên Kurdistanê di vê astê da tesîr li hevdu nekirine, bi hevdu ra nehatine girêdan.Êş û xem û nexweşî û pirsgirêkên li  perçeyekî Kurdistanê jî; xweşî, serkeftin, pêşkevtin û destkeftinên li perçeyekî Kurdistanê jî tesîreke mezin  li perçeyên din ên Kurdistanê dikin. Ji ber wê jî, nabe ku sîyasetmedarên her perçeyekî Kurdistanê,  bes li gorî berjewendî, rastî  û pêwîstîyên perçeyê xwe tenê sîyaseta xwe tesbît bikin.Îro divê hemû kurdên cîhanê, parastin,  pêşdebirin û xurt kirina destkeftinên Federe yên Başûrê Kurdistanê ji xwe re weke armanc û stratejîyeke neteweyî, niştimanî qebûl bikin.  Herweha divê ji bo li  Rojavayê Kurdistanê Kurd bikaribin destkeftinên xwe biparêzin û pêşde bibin, divê  PYNK, ENKS û hemû partîyên Kurdan li ser Mitabaqata Dihokê  îdaereyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî, dîplomasî ava bikin.Her zerareke ku bigihêje destkeftinên Herêma Kurdistanê, her zerareke ku bigihêje destkeftinên li Rojavayê Kurdistanê  û her zerareke ku hişmendîya Mitabaqata Dihokê tune bihesibîne, zerarê bidê; dê tesîra xwe li çar perçeyên Kurdistanê jî bike, dê rê ji plan û xerabîyên xêrnexwazên Kurdistanê re xweştir bike.Heger Mitabaqata Dihokê di wexta xwe da bicîh hatibûya, dê îro Tirkîyeyê nikarîbûya bi vî şiklî wê derê dagir bikira, dê demografîya wê derê ewqas têk neçûbûya  û dê zemîneke xurt ji bo statuyeke sîyasî  li Rojavayê Kurdistanê ava bibûya.Belê, bi awayekî giştî tu caran wekî nuha,  kurdên her çar perçeyan  hemû di vê astê da nêzîkî hev nebûne. Meriv dikare bêje, qedera her çar perçeyan zêdetir bi hevre hatiye girêdan. Gaveke ku li perçeyekî tê avêtin, divê zerarê nede  perçeyên din. Ji bo  ev hişmendî û sîyaset di jîyanê de bikaribe bê bicîhanîn,  divê koordinasoyenek di nav her çar parçeyên Kurdistanê da pêk be. Helbet mebesta min ji vê koordinasyonê, ne ‘kongreya neteweyî’ ye,  nuha zemînek ji bo  kongreya neteweyî tune ye. Divê di navbera her çar perçeyan da, mekanîzmayeke dan û sitendin û têkilî û koordînasyonê hebe da ku, rê li ber xeterîyên li ser her çar perçeyên Kurdistanê bê girtin , xwedî li destkeftinan bêderxistin û bîr û hest û hişmendîya neteweyî, niştimanî bê xurt kirin.

–Îro  PKK, li Bakurê Kurdistanê  ji  gelek alîyan ve wek salên berê zemîna şerê çekdarî nabîne. Guhertinên di sosyolojîya gundan da çêbûne ku ji %60ê gundên berê nemane û niştecîyên wan gundan berê xwe dane navçe û bajaran; organîzasyona nû ya di qereqol û bingehên leşkerî yên Dewleta Tirkîyeyê da hatine kirin, teknolojîya DRONan û ya eskerî ya nû; îmkan, têgihîştin û rewşa sîyasî, kulturî, demokratîk û sivîl a gelê Kurdistanê; êdî rê nade ku şerekî çekdarî li gund û çiya û bajarên Kurdistanê bê meşandin.Li Bakurê Kurdistanê, bi awayekî giştî, şer zerarê dide xebata sivîl, siyasî, demokratîk, girseyî.

Ji ber wê jî ev şerê çekdarî yê ku PKK  dimeşîne îro zerarê dide Kurdistanê. Ev şerê PKKyê,  îro  ji plan û  stratejîyên Dewleta Tirkîyeyê yên  ji bo têkbirina demografî, sosyolojî, aborî, ekolojî, hêvî û moral û  bîr û bawerî û hişmendîya neteweyî, Kurdistanî ra rê xweştir dike.

Ji xwe PKK, dibêje ‘’dema netew dewletan derbas bûye’’, dibêje ‘’emê   neteweke demokratîk û cimhûrîyeta demokratîk ava bikin’’. Baş e, ma heger PKK van tiştan diparêze, wê gavê ji bo çi şerê çekdarî dike? 

Dewleta Tirkîyeyê baş dizanîbû ku, Kurd di şer de dê nikaribin biserkevin û şer dê zerarê bide kurdan. Ji ber wê jî di temûza 2015an de careke din şer destpe kir û xwest berê kurdan jî bide şerî. PKKyê jî bi şerê xendek û barîkatan, bi îlan kirina sîyaseta ku  ‘’Emê bi şerê çekdarî yên li nav bajaran, bajaran rizgar bikin û rêvebirîyên xweser ava bikin’’, rê ji vê plana Dewleta Tirkîyeyê ra xweş kir.

Şerê xendek û barîkatan ên PKKyê, li gel ku bû sebeba kuştina bi hezaran ciwanên Kurd; doza miletê Kurd jî bi dehan salan bi paşde xist. Gelek destkeftinên beledîyeyan, yên dezgehên sivîl, yên ragehandinê, yên xebatên  demokratîk, sivîl û sîyasî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin xera kirin, ji holê hatin rakirin. Zerareke mezin da aborîya sermayedarên Kurd jî, da gelê me yê hejar û hemû beşên civatê jî. Moral û motîvasyon û hêvîya gelê Kurd şikand.

–PKKyê piştî şerê xendek û barîqatan, giranîya şerê xwe yê çekdarî kişand Başûrê Kurdistanê.PKK îro li Bakurê Kurdistanê nikare şerê çekdarî bimeşîne; lê şerê xwe kişandîye Başûrê Kurdistanê. Baş e, ma ev maqûl û normal e?Tu nikaribî li Bakur şer bikî; lê tu rabe şerê xwe bikişînî nav Başûrê Kurdistanê? PKK serwerîya Dewleta Tirkîyeyê,  Îranê, Iraqê û Sûrîyeyê qebûl dike; lê serwerîya Parlamento, Hikûmet, Serokatî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê qebûl nake. PKKyê  li cîhê ku bi xendek û barîqatan zerareke mezin bide doza miletê Kurd, li cîhê ku şerê çekdarî bidomîne , dawî li şerî anîbûya; li cîhê ku ‘’Herêmên Parastinê yên Medyayê’’ teslîmî  Dewleta Tirkîyeyê bike, van cîhan  teslîmî Parlamento, Hikûmet, Serokatî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikira , ma dê ne rastir û baştir bûya?Dê îro destê kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê xurtir nebûya?Baş e PKK çima vê sîyaseta ku zerarê dide kurdan bi israr dimeşîne?

–PAK li ser vê rêbazê hatîye damezrandin û her li ser vê rêbazê dimeşe:  Li Bakurê Kurdistanê yen dikarin bibin yek, bila di nav yek partîyê de bibin yek; yên  nikarin bibin yek bila tifaq û hevkarîyan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin bila dijminatîya hevdu nekin.

–Li Bakurê Kurdistanê, helbete ku pêwîstîya esasî, ava kirina tifaqeke neteweyî, demokratîk, Kurdistanî ye. Ev tifaq tifaqekek stratejîk e. Em dikarin bêjin ku, hemû alîyên Kurdistanî yên hebûna miletê Kurd û Kurdistanê , statuyeke sîyasî, coxrafî, neteweyî li ser axa Kurdistanê qebûl dikin; yên Ala Kurdistanê û nirxên neteweyî wek nirxên xwe qebûl dikin;  yên rêz lê girtin, azadî û demkrasîya navxweyî ya  hemû pêkhateyên sîyasî, dînî, olî, fikrî, cînsî,  civakî yên Kurdistanê wek bingeha sîyaseta xwe qebûl dikin pêkhateyên tifaqeke neteweyî, demokratîk, Kurdistanî ne.

Lê li gel vê wazîfeya stratejîk, wazîfeyeke me ya din jî heye ku , em bikaribin  ji bo hinek daxwazên xwe yên rojane, acîl û neteweyî ku îro dikare pêkbên jî bêwestan xebatekê bimeşînin. Em vê xebata wek ava kirina ‘Terefê Kurdî’’ pênase dikin. Belê, îro li Bakurê Kurdistanê divê ‘Terefê Kurdî’ bê ava kirin. Bêyî ku meseleya kurdan bi mijara hilbijartinan ve û bi destxistina çend parlamenteran, çend beledîyeyan ve  bê asê kirin û girêdan,  divê Kurd wek alîyekî tevbigerin. Kurdên serxwebûnxwaz, ferderalîxwaz, otonomxwaz jî; kurdên ku statuyeke sîyasî , coxrafî, neteweyî ji bo kurdan naparêzin, lê daxwaza nasnameya Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê kurdî dikin û  azadîya fikrî û azadîya xebata rêxistinî diparêzin  jî; dikarin li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd bêne cem hev û ‘Terefê Kurdî’ ava bikin. Îro li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê, ava kirina ‘Terefê Kurdî’, di bidestxistina mafên kurdan yên di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê da û di pêşketina demokrasîya Tirkîyeyê da dê bibe şoreşek, dê bibe vejînek, dê bibe ronesansek. Ava kirina ‘Terefê Kurdî’, dê rê ji  di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de bidestxistina mafê kurdan ên acîl xweştir û hêsantir bike.Me wek PAK, PSK, TDK-TEVGER ji bo ava kirina ‘Terefê Kurdî’ danûsitendin destpê kirine û piştgirîyeke berfireh li vê pêşniyarîya me heye.

–Cihê daxê ye ku, hinek alî, li Bakurê Kurdistanê fikra kurdîstanîbûnê bi zanîbûn ji çavan dixin, dixwazin wekî fikreke marjînal nîşan bidin.  Ma ne heyf û ne  şerm e ku  Selahattin Demirtaş, piştî ewqas bedelan,  hîna jî dibêje ‘welatê hevbeş!’. Kurd jî wekî her miletekê xwedanê welat û xaka xwe ne; tune hesibandina vê rastîyê nayê qebûl kirin.

–Berîya hilbijartina Parlamentoya Tirkîyeyê ya 2018an,  me wek PAK, PSK, PDK Platform, PDKT, Hereketa Azadî , me ‘’Tifaqa Kurdistanî’’ ava kir. Me wek ‘’Tifaqa Kurdistanî’’ ji bo tifaqa hilbijartinê pêşniyarî ji HDP, HUDAPAR û HAK-PARê re bir. HUDAPAR û HAK-PARê xwe nedan ber vê pêşniyarîya me. HDPyê qebûl kir. Me li gel HDPyê hevdîtin destpê kirin. Me wek ‘’Tifaqa Kurdistanî’’ li gel HDP ya ku xwe wek partîyek Tirkîyeyî pênase dikir,  li ser deklerasyoneke 6 xalî li hev kir. Ev 6 xal ji daxwazên esasî yên miletê Kurd pêk dihatin. Lê piştî ku HDPyê ev 6 xal îmze kir,  weha dixuyî ku midaxaleyên piralî çêbûn. Hinekan tehamul nekirin ku HDP  bi terefekî ku xwe wek ‘’Tifaqa Kurdistanî’’ pênase dike û daxwazên kurdan diparêze,  tifaqekê bike û nehiştin HDP bi me re peymanekê îmze bike.HDPyê xwest ,  bi  dayina çend parlamenteran  me, wek alîyê ‘’Tifaqa Kurdistanî’’bixe bin sî û kontrola xwe. Lê me wek ‘’Tifaqa Kurdistanî’’ ev pêşniyarî û helwesta HDPyê red kir û me nehişt pransîbên neteweyî, niştimanî  bibin qurbanê çend  kursîyên parlamenterîyê.Lê mixabin PDK Platform, PDKT û Hereketa  Azadî di hilbijartinên Beledîyeyan yên 2019an de, ji bo beledîyeyekê, ji bo endamtîya meclîsa beledîyeyêkê, çûn ketin bin sîya HDPyê û ev ‘’Tifaqa Kurdistanî’’ têkbirin. Heger ‘’Tifaqa Kurdistanî’’ berdewan kiribûya û nebûya qurbanê berjewendîyên grûbî  û şexsî , dê li Bakurê Kurdistanê xeta neteweyî, Kurdistanî xurtir bûya û dê HDPyê jî, PKKyê jî, Dewleta Tirkîyeyê û Dewletên cîhanê jî  wek  terefekî hesabê ‘’Tifaqa Kurdistanî’’ bikirina û dê rêyeke nû ji bo pêşeroja Bakurê Kurdistanê bihata vekirin.

–Li Tirkîyeyê Tifaqa Milet jî, Tifaqa Cimhûr jî tu mafên Kurdan nexistine nav bernameya xwe.Herdu alî jî, ji ber ku kurdan bêxwedî dibinin , bi bêminetî tevdigerin, daxwazên kurdan qebûl nakin û dixwazin vê sîstema ku 99 sal e berdewam e her bi vî rengî bimeşînin. Ji ber ku HDPyê   jî eşkere kirîye ku dê di hilbijartina serokkomarîyê da  piştgirîya Tifaqa Milet bike, CHP û partîyên Tifaqa Milet mafê perwerdeya zimanê kurdî jî naxin bernameya xwe. Aşkere ye, heta ku kurd wek alîyekî tevnegerin û bi yekdengî û bi yek helwestî hêza xwe nîşanî  Tifaqa Cimhûr û Tifaqa Milat nedin, mixabin dê Kurd nikaribin tu mafên xwe bidest bixin, dê nikaribin tesîrê li ser helwesta van tifaqan bikin.

–Piştî  şerê Rusya û Ûkraynayê, gelek denklem ji nû ve têne danîn.Rol û girîngîya petrol û gaza tebiî ya Herêma Kurdistanê, di qada navneteweyî  da digihêje asteke nû û bilind. Gava ku em sebebên êrîşên Tirkîyeyê, Îranê û gotar û siyaseta PKKyê ya vê dawîyê dinirxînin, divê em vê rastîyê jî esas bigirin, em vê girîngîya Herêma Kurdistanê bidine ber çavan. Dewleta Tirkîyeyê îro ne bes li Bakur, herweha li Başûr û Rojava jî dijayetîya Kurdan dike, dixwaze rê li ber bidestxistina mafên neteweyî, bidestxistina statuyeke neteweyî,  sîyasî û pêşde birina destkeftinên heyî bigire.  Dewleta Tirkîyeyê dixwaze şerê Rusya-Ûkraynayê, û serîlêdana Îsveç û Fînlandîyayê ya ji bo endamtîya NATOyê , ji bo rêlibergirtina mafên Kurdan wek firsendekê bikar bîne. Divê  kiryar, çalakî, sîyaset û helwesteke li her perçeyekî Kurdistanê, van sîyasetên pir alî yên Dewleta Tirkîyeyê jî bide ber çavan, rê ji van planên Dewleta Tirkîyeyê û herweha Dewleta Îranê , Bexdayê û Şamê ra xweştir neke. Bi taybetî sîyaset û helwest û kiryarên ku nuha PKK dimeşîne , rê ji planên van her çar dewletên dagirker ra xweştir dike, zerarê dide kurdan.

–PDK, YNK û hemû partîyên Başûrê Kurdistanê jî, bi bêtifaqî, nakokî, pirsgirêk û rikberîyên di navbera xwe de;  rê ji êrîş û têkdan û dagirkirinên Tirkîyeyê û Îranê û xêrnexwazên din  yên li ser Başûrê Kurdistanê xweştir dikin. PDK, YNK û hemû partîyên Başûrê Kurdistanê, divê demildest  pirsgirêkên  xwe yên navxweyî  çareser bikin; divê wek dewleteke yekgirtî ya kurdan tevbigerin; divê hemû hêzên pêşmerge, ewlekarî, aborî, dîplomasî û îdarî yên Başûrê Kurdistanê bibin yek û wek terefekî yekgirtî yê Kurdan bibin mixatabê Bexdayê û hemû dewletên herêmê û cîhanê.

–Li Başûrê Kurdistanê , li gel hemû kêmasî û xeletîyên xwe yên navxweyî jî, dewleteke federe  heye. Hinek kurdên  ji Bakur,  wek dewletek li wê derê tunebe, wek çend partîyên sîyasî li wê derê hene li Başûrê Kurdistanê dinêrîn. Ev  nêrîneke gelek şaş û bêbingeh e. Divê hemû Kurd, hemû dewletên herêmê û yên cîhanê, di serî de PKK û hemû hêzên sîyasî û çekdar,  Başûr wekî dewletekê federe bibînin û rêzê li serwerî, dezgeh û  yasayên wê  bigirin, şerê xwe yê çekdarî ji Başûrê Kurdistanê dûr bixin. Divê hemû kurdên cîhanê vê destkeftina Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê biparêzin û ji bo pêşdetir biçin bibin alîkar û piştgir. Rêveberîya Herêma Kurdistanê jî, di peywendîyên xwe yên li gel dewletên herêmê yên dagirker da, di gotin û helwestên xwe da, divê hesasîyetên perçeyên din jî bidin ber çavan. Rêvebirîya Herêma Kurdistanê divê li himberî êrîş û dagir kirinên Dewleta Tirkîyê û Îranê nerazîbûna xwe nîşan bidin, divê di qada navnetewî de bi dîplomasîyek xurt, daxwaz bikin ku ev êrîşan bêne rawestandin û hemû dewleta rêzê li Serwerîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigire.

–Rastiya Şingalê li Bakurê Kurdistanê  ji ber çavê xelkê wenda kirin, tê şêlû kirin. Şingal beşeke  ji erdê Başûrê Kurdistanê ye. Xelkê Şingalê %90 beşadarî li referanduma Kurdistanê kir, ji her deverên dî yên Kurdistanê zedetir,%94 jî dengê erê dan serxwebûnê. Di hilbjartinên dawîyê  yên 21ê Cotmeha 2021ê yên Parlamentoya Iraqê da  KDPyê li wir  her 3 parlamenter jî qazenç kir. Başe gava ku wêne ev be, YBŞ ya ku beşeke Heşda Şahbî ya  kû beşeke hêzên eskerî yên dagirkerên Iraqê ye, bi çi  mafî dixwaze Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetîne, bike beşeke Iraqê. Gelê me yê Şingalê divê di bin îdareya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê da,wek beşeke Herêma Kurdistanê,  bi taybetmendîyên xwe, yên dînî, kulturî, dîrokî îdareya xwe bi xwe bike.

–Li Rojhilatê Kurdistanê şerdên xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê gelekî dijwar e. Rejîma Îslamî ya Îranê tu mafên gelê me qebûl nake, îdam û zilm û nehqî her berdewam in. Kilîda destpêkê ya vekirina derîyê azadîyê, tifaq û hevkarîyên di navbera  partîyên neteweyî, niştimanî yên li Rojhilatê Kurdistanê ye.Li himberî Rejîma Îslamî ya Îranê careke din gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê çalakîyên protestoyê li dar dixin. Ev çalakîyên protestoyê ji bo baş kirina rewşa aborî bin jî, di eslê xwe de protestoya li dijî zext û zilm û neheqîyan e. Em piştgirîya xelkê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Back to top button