PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî: Bila parastina Aştî û Azadiyê me hemuyan lihev bicivîne

Bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja duşemê 30.05.2022ê li bajarê Hewlêrê, konferensa Aştî bi rêya Nermbûnê, dest bi xebat û çalakiyên xwe kir.
Di vê konferansê da ku ji aliyê rêkxirawa Spark ya Holendayî û bi hawkarî digel Konsolxaneya Holendayê li Herêma Kurdistanê hatiye amade kirin, hejmareka wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê, konsol û diplomatkarên biyanî, şîrovekar û pisporên navdewletî û mamostayên zanîngehê amadebûn.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di vê konferensê da gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û eve jî naveroka wê gotarê ye:

Birêzan
Spêdeya we bi xêr
Hûn hemû bi xêr hatin bo vê konferensê. Ez hêvîdar im vê konferensê encamên baş hebin.

Ez kêfxweş im ku îro em bi hev ra beşdariyê di vê konferensê da dikin. Destxweşiyê li Rêxistina Spark ya Holendayî û hemû wan aliyên dikim yên ku rol di amadekirina vê konferensê da lîstî. Ev derfetek başe daku li ser mijarek girîng, derbarê aştiyê (nermbûn weke rêyek ji bo çareseriyê) gotubêjan bikîn. Spasiya we dikim.

Birêzan
Di demekê da ku cîhana me ya îro ji destê komeka qeb û kirîzan dinalîne, ji hemû deman zêdtir pêwîstî bi aştiyê heye. Lêkeftên Koronayê û kartêkirina wê bi taybetî di warê aborî da, teror û tundajoyî, şer û pevçûn, nakokiyên siysaî û jeosiyasî, karkirin bi lojîka hêzê, axavtin bi zimanê çekî, hewlên xwe ferzkirinê û heta dawiyê, hinde dê aştiya cîhanê bixe di bin metirsiyeka rasteqîne da! Bûyer û pêşhat nedilxweşkerin û pirsên bi êşin, hinde dê mejiyê piraniya mirovatiyê bi van pirsan mijûl bike:
Gelo cîhan ber bi şerek din yê di navbera zilhêzan da gavan diavêje?
Di rewşeke wisa da, dibe ku ji bo kêm deverên din hindî Rojhilata Navîn parastina aştî û seqamgîriyê pêdvîtiyek pêşîn be! Ji bona serzemînek zengîn bi ew qas pêkateyên cuda yên neteweyî û olî, bi dîrokek gelek tehil û nexweşî, tije şer, xûn û karesat, dibe ku ci tiştek din hindî aştî û parastina aştiyê ji bo vê deverê pêdivî nebe!

Eger em Iraqê weke mînakek biçûk ya Rojhilata Navîn werbigirin, em dê bînin ku aştî û seqamgîrî li Îraqê çend ji bo wê bi xwe pêdviye, ew qas û zetir jî ji bo aştî û seqamgîriya deverê, girîng û pêdiviye! Di dirêjahiya dîroka welat da, ji encamê nebûna aştî û seqamgîriyê li Iraqê, nearamî û neseqamgîrî li deverê bi awayekî giştî dirust kiriye! Zengînî û samenekê gelek mişe heder daye ku bi hev ra digel nerimbûn û aştiyê dikra Iraqê bike yek ji baştirîn û pêşkeftîtirîn welatê deverê û cîhanê.

Derencamên nebûna aştî û seqamgîriyê li Îraqê, gelek caran rewşa welatên derdûr û herêmî jî têk daye! heta gef li aştiya cîhanê jî xwarine.
Eger em neçin ser dîroka kevin ya nakokî, pevçûnên mezhebî, tayfî û neteweyî jî, hema her bi tenê behisa dîroka nû ya Iraqê bikîn, em dibînin ew zilma her ji destpêka avabûna dewleta Iraqê li gelê Kurdistan û li pêkhateyan kiriye, çend şer, malwêranî û karesat ji bo Îraqê û deverê li pey xwe anîne, em di bînin lêkeftên wê çend ziyan bi deverê, aştiyê û seqamgîriya deverê gihandiye.

Şerê Iraq-Îran, paşî dagîrkirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve, avabûn û hatina Hevpeymaniya navdewletî ji bo rizgarkirina Kuweytê û şerê duyem yê Kendavê, şerê rizgarkirina Iraqê û hemû ew bûyerên piştî wê û heta serhildana Daîş di vê deverê da peyda bûn ku, balansa hêz û berjewendî û balansa siyasî li welatên deverê bi timamî guhart. Em hemû vedigerin ser wê baweiyê ku: Li Iraqê aşitî û hizira aşitiyê û miyanrewî seqamgîrî nebû.
Piştî wî rabirduyê tehil, gelo divê zêdetir çi biqewime heta ku em pêkhateyên vî welatî têbigihin ku pêdvîtiya me bi aşitiyê heye? pêdvîtiya me bi nerimbûnê heye? Aştiyek rastwqîne ku bawerîyê û dilrehetiyê dirust bike, tê dd hemû pêkhateyên Iraqê, ji her netewe, ol û mezheb bin, her bîrûbawer û dîtinek hebe, bi hev ra bi aşitî, biratî û lêborînî bijîn û ya ji hemûyan giringtir jî di welatekî da, di cografiyekê da ku jê ra dibêjin Îraq hev du qebûl bikin. Aştiyek ku jiyan û azadiya me hemûyan tê da parastî be. Aştiyek ku sîwaneya civandina hemû pêkhateyên Îraqê be û tê da taybetmendî, maf û şayîsteyên me hemûyan li gor destûr û qanûnê misoger û parastî bin.

Lê li vir pira eve: Gelo li Iraqê aşitiyek bi vî awayê dê çewa çê be?

Tevî lêborînê, biratî, parastina pirengiyê, hevdu qebûlkirin, rêzgirtin li cudahiyên hevdu, nerimbûn jî yek ji wan stûnên herî serekî ye ku aşitî li ser tê avakirin.

Li Îraqê, tevî Herêma Kurdistanê jî, wek min got mînakek biçûk ya Rojhilata Navîn e, her ji jiyana me ya yekkesî heta balatirîn posteya desthilat û rêvebiriyê, bi navendên olî jî ve, pêdvîtiya me bi nermbûnê heye, pêdvîtiya me bi qebûlkirina kultura netudutûjiyê heye, ji ber hindê divê nerimbûn li hemû deverên jiyanê amade be, bi taybetî di nava malbatan da, di sîsetama perwerde û xwendinê da, herwesa di nav têkelîyan û di nav siyasetê jî da hebe.

LI Îraqê ji bo me tevan, her bigire ji tak û malbatê, layen û serkirdeyên siyasî, heta mezin û rêberên olî, ji hemû çîn û texan, ji bona aşitiyê, ji bona pêkvejiyanê, ji bona hevqebûlkirin û lêborînê nerimbûn rêyek dirust, pêdvî û li pêş e.

Ji bona ku em yê li hember xwe qebûl bikin û li wî/wê têbigihîn, ji hert tiştî giringtir eve ku divê hizirûbîrên me nerim bibin. Nerimbûn hêz, bawerî û bawerî bi xwe hebûne ku aşitî, aramî û seqamgîrîyê diafirîne. Li welatekê pirneteweyî, pirolî û pirmezhebî yê wek Îraqê, eger nerimbûn nebe, Qaîde, Cundulîslam, Daîş û karesatên din di vî welatî da jidayk dibin. Gelek bi xûnsarî û li pêşberî kameran serê mirova dibirin, milan difirînin û digel wan kiryaran jî pêdikenin.

Rabirduyê Îraqê, bi hemû şer, karesat û malwêraniyan ve, divê ji bo me hemûyan bibe pend û îbret, bibe dersek, ji bo me rênîşander ber bi paşerojeka geştir ji bo hemû pêkhateyên vî welatî gavan bavêĵîn, ber bi avakirina civakekê ku rengvedana fireyî, cudahî, maf, şayîste, xwestek û hêviyên pêkhateyên vî welatî be.

Her ji destpêkê, ji salên bîstan ji sedsala borî heta niha, eger desthilatdarên Îraqê bi awayekî realîst digel doza gelê Kurdistanê tevbigeryana, eger li şûna şer û bikaranîna lojîkê hêzê, bi awayekî realîs tevbigariyana dest ji bo çek û şer nerbirbaya, eger li şûna hindê ku desthilatdarên Îraqê li çareseriyeka realîst bigeryana û xema paşeroja welat hebûya, bêguman ew hemû karesat û malwêranî bi serê gelê Îraqê da nedihatin, Îraqê niha qederek din dibû..

Niha jî bo miamilekirin digel mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û Hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê hene, li Îraqê pêdivîtiya me bi xwendin, têgehiştin û çareseriyeka realîst heye ku maf, azadî û aşitîyê ji bo hemû îraqiyan zamin bike.

Birêzan..
Her ew ya ku niha jî di prosesa siyasîya Îraqê da diqewime, ew xetimîn û singepê dirust bûye, ji ber nebûna nerimbûnê ye. Eger hemû alî piçekê nermî nişan bidaya û bi nermî digel rewşê tevbigarana, prosesa siyasî bi aqarekê din da diçu. Bêguman mexseda min Îraq e, digel Îraqê jî Herêma Kurdistanê wek beşek ji Îraqê ye. Ev prosesa ew qas zehmet û dijwar nedibû! Lê belê dema li şûna wê, di helwest û tevgerên xwe da bi awayekî regezperistî û tundî biaxive û biryar bide, serencam ev rewşa niha li welat heye dê jê bixoliqe.

Niha jî di bona ku em ji vê rewşa xetimî derkevin, divê hemû alî nerim bibin, vegerin bo diyalogê, lihevtêgihişitin, hevqevûlkirin, rêzgirtin ji mafê hemûyan ra, berjewendiyên welat û miletî li ber çavan bên girtin û di ser hemû berjewendiyan ra bin.

Nerimbûn dikare dîwarên derunî bişkîne û riq, kîn û heza tolevekirinê û hevşikandinê paqij bike û derî li pêşiya aşitî û seqamgîriyê da veke.

Pêkhateyên Îraqê bi tenê bi lêborînê, bi hev ra bûn û bi biratî dikarin di nav aşitiyê da bijîn, ev yek ji bo welatên din yên Rojhilata Navîn û pêkhateyên wan jî raste.

Êdî divê rabirdu em fêr kir bin ku ji bo aramî, seqamgîrî, pêşkeftin û xweşgozeranîyê, divê em hemû hizir di nerimbûn û hizir li aştiyê bikin.
Aşitî û vedîtina rêyên aşitiyê, êdî berpirsyarî û erkê hevbeş yê hemû gel, netewe û pêkheteyên welat e digel deverê ye, aşitîyê em hemû bi hev ra girêdane, eger aşitiya cîranê min ya parastî nebe, aşitiya min jî ya parastî nabe.

Îraq û Rojhilata Navîn a aram û seqamgîr ku nebine hişara tundutûjiyê û terorê, nebine gef li ser aşitî û seqamgîrîyê li dever û acîhanê, nebine metirsî li ser mirovatiyê, pêdviye rêŷa diyalogê, aşitiyê û nerimbûnê bigirîne ber xwe. Ji ber hindê parastina aşitiyê li deverê erke hevbeş ya civaka navdewletî ye jî. Dostên me, li cîhan, ji bona bicihkirina aşitiyê û seqamgîriyê divê hevkar û alîkar bin û her ev jî ji wan tê çaverêkirin.

Ez hêvîdar im ku li Herêma Kurdistanê, li Îraqê û li deverê jî, êdî em li ser bingehê aştî ji bo me tevan pêngavan pavĵîn û erkê patasrina aşitî û azadiyê me tevan bi hev ra dicivîne.

Serkeftin, encam û raspardên baş ji bo konferensa we dixwazim.

Rojeka xweş ji bo we tevan
Gelek spas

Back to top button