Nivîsar

Rêwitiya Don Kîşot a Stenbolê

Li hemberî qedexekirinê, Don Kîşot li Kadıkoy, Kartal û Ataşehîrê bi heybet derketin ser dikê û lîstika xwe lîstin. Temaşevanan jî bi coşek mezin xwedî derket, hembêz kirin.

Sedat Bariş [email protected]  

Çîroka Don Kîşot ji aliyê nivîskarê Îspanyol Miguel de Cervantes ve beşa yekem sala 1605an de, beşa duyem jî 1615an de hatiye nivîsandin û di wêjeya dinyê de romana yekem ya nûjen e. Don Kîşot kesek ji Manchalê ye. Her tim çîrokên şovalyeyan dixwîne û piştre di bin bandora van çîrokan de dimîne. Rojek biryar dide û dibêje ezê jî herim li hemberî neheqiyan şer bikim. Don Kîşot li hespa xwe ya zeyîf Rossînante sar dibe û ji mala xwe derdikeve û dikeve rêwitiyek. Şerê wî yê yekem bi pervaneyên aşekî re çêdibe. Di wirde birîndar dibe.

Dema pak dibe, dîsa dixwaze tekoşîna xwe berdewam bike. Ji xwe re rêhevalek safik Sanhco Panza dibîne û wisa rêwitiya xwe bi hevre berdewam dikin. Şerê duyem; Don Kişot û Sanhco naxirê pez wekî dijmin dibîne, dikevin nava wan. Şerê sêyem kupên şeraban wekî hût dibînin û êrîşên wan dikin. 

ÇÎROKA DON KÎŞOT ÇÎROKA KOMEDIYEK RADÎKAL E

Ez bawerim hat femkirin çîroka Don Kîşot çîrokek komedî ye. Lê komediyek radîkale. Meriv vê yekê di jiyana nivîskar de jî dibîne. Don Kîşot êrîşî nêrîna giştî ya arîstokratan dike. Ez vir de behsa kirina pirtûkê qut dikim, jixwe di dinyê de yên çîrok û karakter zêde tên zanîn yek ji wan Don Kîşot e. Heya niha di gelek welatan de, bi gelek zimanan lîstik weke şano hatiye lîstandin. 

Lîstika Don Kîxot ji aliyê Şanoya Bajêr ya Amedê ve hatiye amadekirin. Lîstik ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin, ji aliyê derhêner Ferhad Feqî ve hatiye amadekirin. Lîstikvan jî Ozcan Ateş, Berfîn Emektar, Şahabettîn Dag, Elvan Koçer, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz in.

Lîstik li Amedê caran yekem derket ser dikê. Piştre li gorî daxwaziyê gelek bajaran de û heta li Evrupayê jî hat lîstin û eleqeyek mezin dît. Û dor hatibû turneya Stenbol, Kocaelî û Çanakkaleyê.

QEDEXEKIRINA LÎSTIKÊ ME ŞAŞ NEKIR

Min jî rêwitiya Don Kîxot ya Stenbolê bi kelecan taqîp kir. Lê serî de wekî her kurd gelo ji ber zimanê lîstikê kurdî ye dê pirsgirek çê bibe an na, şikê min hebû. Şanogeran hên ling neavêtibûn Stenbolê, nûçe ji Kocaelî yê hat. Don Kîxot li Kocaeliyê hat qedexekirin. Em şaş nebûn! Qedexekirina stran, konser, lîstikan me gelek caran dît loma em şaş nebûn. Ev qedexekirin ne cara yekem bû. Bi vê zîhniyeta tarî wisa dixwiye ku nabe dawî jî… Gelo esilzade Şovelye yê me, Don Kîxot û hevalên wî jî şanogerên şanoya bajêr şaş bûn? Na! Ya herî girîng jî, yên şanoyê temam dikin, temaşevan ji ber van biryarên neheqî, nehiquqî xwe şûn ve girtin û tirsiyan nehatin lîstikê? Ew jî na! Li hemberî qedexekirinê, Don Kîxot li Kadıkoy, Kartal û Ataşehîr bi heybet derketin ser dikê û lîstika xwe lîstin û temaşevanan jî bi coşek mezin xwedî derketin, hembêz kirin.

Min lîstik eciband û serkeftî dît. Bellu bû şanogeran gelek ked dane û xebatek profesyenol derketiye holê. Ev jî şanoya kurdî pêş dixe. Lîstikvan hemû baş bûn. Bê rolên Don Kîxot û Sanço yên din çend karakter bi hevre lîstin. Kesên şanoyê femdikin zanin ku ev jî nerehet e. Don Kîxot û Sanço û hevalên wan heqên rolên xwe zêdetir dan. Henekên herêmî, gotinên pêşiyan, kilamên dengbêjî û stranên hat gotin, govendên hat lîstin, coşek mezin da temaşevanan.

Erê lîstik baş bû lê meriv dikare çend xalan de ji derhêner çend pirsan jî bike. Yek; lîstik di salonên mezin û aliyê teknîk yên baş da hat lîstin, ronahiyek li ser trîpotek ya li orta dikê çi karê wî hebû gelo? Hewcedariya wê çibû? Du; lîstikvanên wisa bi serkeftî yên salanin li ser dikêne çima ewqas hatibûn sînorkirin û rehet nedilîstin? Ger lîstikvan nehata bêsînorkirin komediya lîstikê zêdetir dernediket? Sê; mijara lîstikê tarza wê komediya reş an jî trajikomîk bû lê çima wekî temaşeker (seyirlik) hatibû rejîkirin?

TEMAŞEVAN DERBARÊ LÎSTIKÊ DE ÇI GOTIN?

Piştî van pirsan, derheqê lîstikê de em çend gotinên temaşevanan jî binisînim.

Efsun (18): Min cara yekem lîstikek kurdî temaşe kir. Lîstik gelek xweş bû. Me hêzek xweş jê girt. Şîroveke kurdî çêbuye. Ev jî serkeftiye. Em berdewamê dixwazin.

Gulseren (40): Min jî cara yekem şanoyek kurdî temaşe kir. Şanoger şanoya kurdî çê dikin lê em kesên metropolan de ji ber debara jiyana xwe zêde dixebitin, ji ber vê zêde naçin. Ev kêmasiya me ye. Sedema hatina min qedexekirin bû.

Qasim (37): Lîstik jixwe gelek baş û serkeftî bû lê yê ji bo me yê watedar şanoger hemû li Amedê dijî û li wir karê xwe dikin. Ev tiştek hêja ye. Bêhna welat me ji lîstikê û şanogeran girt. Ji bok eda wan em spas dikin.

Ozkan (30): Ez ji kurdê Meraşê me. Zêde kurdî nizanim. Lê di lîstikê de min cardin fem kir ku, huner gerdunî ye. Erê min ziman zêde fem nekir lê bi dîmen her tişt dihat femkirin. Gere cudatî nava ziman de tine be.

Rewitiya Don Kîxot ewê li Avcilar, Esenyurt û Çanakkaleyê berdewam bike. Rêyekî zor û zehmete ev rê. Asteng û bêtehemmul heye di vê rêyê da. Em Don Kîxot û hevalên wî re serkeftinê dixwazin. Rêya we vekirî be…

Jêder: Duvar

Back to top button