Nivîsar

Jenosîda Neteweya Kurd: Enfala Barzaniyan û Qetlîama Şengalê

 

 

Meha Tebaxê ji bona kurdan meheke gelek girîng û xemgînî ye. Di vê mehê de du bûyerên gelek dramatîk, jenosîda kurdan, tunekirina kurdan hat li darxistin.

Bûyera yekemîn, Enfal e. Qetlîama Barzaniyan e. Hewildana ji holêrakirina navenda şoreşa milî ye.

Bûyera duyemîn, Qetlîama Şengalê  ye.

Di dîroka kurdan de bûyerên wek van bûyeran, gelek zêde ne û domdar in û xelekeyên li dû hev in. Ev çalakiya, bi jenosîdê tê bi nav kirin. Ev çalakiyan tevkujiya neteweya kurd e.

Piştî ku Kurdistan bû çar parçe, dewletên kolonyalîst li Kurdistanê jenosîd-tevkujî pêk anîn. Jenosîd, bi teveyî netewekî ji holê rakirine. Dewletên kolonyalîst jî bi gelek awayan: Bi awayê fizîkî, bi awayê çandî, bi awayê zimanî, bi awayê dîrokî jiholêrakirina neteweya kurd anîn rojevê.

Dewletên kolonyalîst, bi taybetî jî di şertên serhildanên milî de û an jî piştî serhildanên milî gelek bi hêsanî jenosîd-tevkujiya kurdan li dar xistin.

Dewleta Tirk ya kolonyalîst li Bakûrê Kurdistanê piştî serhildana Koçgiriyê (1919), serhildana Amedê (1925), serhildana Agriyê (1926-32) li Zîlanê, li Sasonê qetlîam pêk anîn û jenosîd bi her awayî domand.

Heman qetlîam li Başûrê Kurdistanê û li Rojhelata Kurdistanê jî hatin li darxistin.

Enfal, jenosîda Barzaniyan û Şengalê di van salên dawî de li Başurê Kurdistanê hat li darxistin.

 

ENFALA BARZANİYAN: HEWİLDANA JIHOLÊRAKIRINA NAVENDA ŞOREŞA MILÎ YE…

Jenosîda Enfala Barzaniyan, di sala 1983an de dest pê kir. Li Herêma Barzan ji temenê 11 salî heta 70 salî Barzaniyan hemû dîl hatin girtin û piştî wê hatin qetilkirin û kûştin. Ev komkujiyek bû. Beşek ew Barzaniyên hatin kûştin  li Başûrê Iraqê hatin dîtin. Qedere beşeke mezin hîn ne diyar e.

Ew jenosîda kurdan bû. Tunekirina kurdan bû.

Wek tê zanîn beriya 36 salan di 30. 07. 1983an de Dîjktatoriya Seddam biryar da ku Barzaniyan bigrin û bikûjin. Girtina û dîlxistina Barzaniyan  li Herîr, Quştepe, Behrke û Diyana dest pê kir. Ew birin çolên Başûrê Iraqê û li wê derê zindî û bi awayekî barbarî û neînsanî binax kirin.

Bi awayekî nû û ne însanî û barbarî komkujî hat li dar xistin.

Serokê Rejîma Baasê Seddam ev komkujiya veneşart û 2 meha şûnda gelek vekirî ev komkujiya parast. Got ku  ‘’Wan bi tundî cezayê xwe wergirtin û me ew avêtin dojehê ango cehenemê.’’

Herêma Barzan û Barzaniyan di dîrokê de her bûye navenda şoreşa milî ya Kurdistanê. Di dema Dıktatoriya Sedam de jî ev navendbûna xwe ya şoreşa milî ya Kurdistanê domand.

Wek tê zanîn ku Şoreşa milî ya îlonê zora Dîktatoriya Rejîma Baasê biribû,

Rejîma Dîktatorî ya Baas mecbûr bibû ku bi Serokê Milî Mistefa Barzanî û PDKê re peyman çê bike. Li Kurdistanê 11 Adara 1970yî de otonomî ava bibe, kurd li welatê xwe desthilatdar û serwer bin.

Ev yeka ji bona Rejîma Baasê û DÎktator Seddam birîneke mezin bû. Loma jî diviya bû ku ji Barzaniyan tol bigre û navenda Şoreşa milî ya Kurdistanê bitefîne.

Li gor pîvan û yasayên Netewên Yekbûyî bi yekdengî roja 12.01.1951ê de hatiye pejirandiye, Enfala Barzaniyan komkujî û jenosîdê.

Hîç şik tune ye ku “Komkujiya Barzaniyan tewaneke dijî mirovahiyê û dikeve nav xaneya jenosoidê. Ji ber vê jî li gel tewanên din ên enfal û dîlgirtin bi zorê ya kurdên feylî, kîmyabarana Helebçê û enfalê, tewanê kuştin û bê serşûm kirina Barzaniyan jî ji aliyê dadgeha bilind a tewanên Iraqê ve wek tewanê jenosoid hat naskirin.

“Piştî sala 2005ê, bi giştî ji 16 dosyayên kurd, li dadgeha bilind a tewanên Iraqê de, tenê 6 dosya hatine zelal kirin û ew jî: ‘’Kîmyabarana Helebçe, Enfal, Bê serşûm kirina Barzaniyan û feyliyan’’ wek jenosoid hatiye nas kirin.

“Herçend dadgeha bilind a tewanên Iraqê roja 03.05.2011ê biryar da ew tewan wek jenosoid bên naskirin jî, lê hikûmeta Iraqê daxwaza lêborînê li malbatên kesên qurbanên enfal û Barzaniyan nekiriye.

“Enfala Barzaniyan 36 sal berî naha roja 31.07.1983ê pêkhat û 8 hezar Barzanî hatin enfal kirin û heta naha tenê termê 596 kesên enfalbûyî hatine wegerandin bo goristana taybet a jenosoida Barzaniyan a li Barzanê.”

 

QETLÎAMA ŞENGALÊ JENOSÎDA KURDÊN ÊZIDÎ YE…

IŞÎD’ê,  di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir. Sedema vê êrîşê jî, ji bona ku Şengal herêma kurdan bû. Di hemandem de jî herêma misilmanan nebû û herêma kurdên êzidî bû.

Lewra IŞÎD hem dijminê kurdan û him jî dijminê neteweyên û civatên ne misilman e.

Li Şengalê IŞÎD’ê wahşet û qetlîam û barbariyeke mezin pêk anî. Ev bûyereke trajedîk ya ku dilê mirovatiyê bişewtîne ye.

Qetlîama li Şengalê li hemberî gelê me pêkhat, jenosîdek bû. Lewra IŞÎDê xwest ku kurdên êzidî ji holê rake.

Loma jî divê ev qetlîamaili Iraqê û li dinyayê wek jenosîdê were pejirandin.

Qetlîama Şengalê berdewamiya jenosîd û qetlîamên din yên li Kurdistanê ne.

Neteweya me li hemberî van qetlîaman her dem xwe parast û li ser piyan ma. Kurdên êzîdî jî beşek ji neteweya me ne. Ji aliyê hemû kurdan de divê bên parastin û ji wan re piştgirî bê kirin.

Bi pêşniyara serokê milî Mesûd Barzanî parlamentoya Kurdistanê roja qetlîama Kurdên êzidî li Şengalê (3 Tebaxê) wek roja jenosîdê îlan kir.

Ev biryareke girîng û dîrokî ye.

Ji Kurdên êzidî re û ji tevayî kurdan re bi her awayî piştgiriyeke merzin e.

Divê desthilatdariya Dewleta Federal ya Iraqê jî vê biryarê biecibîne û bipejirîne.

Di vê merheleyê de jî Şengal û kurdên êzidî di bin xeteriyê de ne. Şengal ji aliyê leşkerên Iraqê, Haşdî Şabî, PKKê ve hatiye dagir kirin.

Divê dawiya vê dagirkirinê bê.

Şengal bikeve bin desthilatdariya Kurdistanê û azad bibe.

Gelê Şengalê xwe bi xwe birêve bibe.

Kurdên êzîdî li Şengalê û li herêmê desthilatdar û serwer bin.

Şengal bi destê Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal bê ava kirin.

 Amed, 09. 08. 2019

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

 

 

Back to top button