Ocalan: Tu pêwistiya Kurda bi dewletek din nîne

Parêzerên Abdullah Ocalan naveroka peyama ku Ocalan dide radigihînin. Ocalan tiştek ji peyamên xwe yên berê cuda nabêje. Dixweyê di dema hevdîtinên Amerika û Tirkiyeyê de cardin Tirkiye qerta Ocalan aniyê qada siyasî.

Îro di vê pêvajoya siyasî de çi bandora Ocalan li PKKê û taybetî li Qendil bike nayê zanîn. Di dema hilbijartina şaradariya Stanbulê de PKK/HDP qet guh nedan helwesta Ocalan û her li dijê helwesta wî dengê xwe dan.

Ocalan di peyama xwe de behsa helwesta Ozal dike û dibêje ku, helwestên Ozal ji aliyê kontir Gerilla ve hatine asteng kirin. Lê Ocalan behsa kiryar û siyaseta şer ya PKKê qet nake.  Yanî Ocalan her stranên berê dubare dike.

Ocalan di peyama xwe de dibêje ku; li gorî têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî û dîroka rast ji bo Kurdan cih dixwazim vekim. Di vê çarçoveyê de ti pêwîstiya Kurdan bi dewleteke din nîne; lê pirsa  ‘Wê hiqûqeke Kurdan hebe an na?’ kir. Her timî lêgerîn li ser jiyana azad, mirovê azad û civaka azad a çil salî dom dike kir, diyar kir ku aqilê Kurdan ava dike.

Cardin helwesta xwe li dijê mafê Kurda yên rewa diyar dike û wek her care behsa “ jiyana azad “ dike û gotinên ku wek her care kurd bê pêne xapandik dike. Li dijê dewletbûna Kurda radiwestê.

Ocalan here dawî dibêje: “Ez ji kurdan re cih vedikim. Werin em pirgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawerim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancak dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike.”

Di bingehê xwe de ev gotina dawî  daxwaz a Ocalan e. Tê zanîn ku her peyama Ocalan di kontrola dezgehên dewletê re derbas dibe û heta ew gotar û peyamên wî ji aliyê dezgehn dewletê ve neyê erê kirin nayên eşkere kirin. Ev yek jî dide nîşanda her peyama Ocalan di berjewendiyên dewletê de ne.

Bê guman şer bisekine tişta herî başe. Ji ber ku ev ne şerê kurdaye û şerek bê wateye û zererek mezin dide civata Kurd. Ocalan dibêje ku ew ji bo çareseriyê amade ye. Çareserî ne ji bo destxistina mafê Kurdane, çareseriya Ocalan behs dike pirsgirêka navbera Tirka û PKKê de ye.

Nûçe/analiz

Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: