Ahmed Nauzad ku xwedîye kompanya ya Mr. Hewlêr e, piştî BBCyê vê carê jî di rojname ya Swêdî DNê de bi hevpeyvînek ket rojeva çand û kulturê.
Efendîyên Hewlerî ne bi şal û şapikên xwe yê bav û kalan lê bi cil û bergên xwe yên “Hîpster” , bala medyaya civakî bi awayek din dikşînin li ser Kurdistana Başûr.
Hin resmên van xortan ku bi mûnesebeta danasîna kelha Hewlêrê hatibun kişandin bi hevpeyivîna Vocativ, bala BBCyê kişandi bu vê carê jî di medyaya Swedî de bi resmeke din ya Hewlêrê, bi çaveke din û bi babetek din dît.
Damezrînerê kompanya ya kinc, cil û bergên mêran Mr. Hewlêr Ahmed Nauzad:
“Em dixwazin nêrîna xwe biguhezînin Kurdistanê, û destnîşan bikin ku ew welatek nûjen e û ne tenê çol e.”
Bajarîbûna Hewlêrê ne kêmî heft hezar salan e, û tê gotin ku yek ji cîhê herî kevnar, domdar û kadîm ya kevneşopî ya cîhanê ye. Paytexta Kurdistanê di hezar salên çûyî de wekî Asûrî, Farisî, Ereb û Osmaniyan; di bin tesîra çandên gelek medenîyetan de maye. Hewlerî wekî hemû Kurdên dewerên din bi vê dîroka xwe ya qedîm ve gelek caran bi hember kerasetên mezin hatine.
Herî dawî kambaxa şerê DAIŞê li herêmê zerer û nexweşîyên gelek mezin peydek kiribun. Tesîra encamên şerê li hember DAIŞê her çend jîyana rojane ya Hewlêr û Kurdên başurî, bi awayeke neyînî guherandibe jî, mode ya nû ya Efendîyên Hewlêrê, di sala dawî de di Instagram û Facebookê de ji xwe re ji 95000 hezar kesan zêdetir şopajo û hezkirî çêkirine.
Fikra wan ya bingehîn ew e ku ew dixwazin esnafên herêmê bi tesîrên nûjen yên ji Ewropî/rojavayî re têkildar bikin ku, bi vê stîl û mode ya xwe nû li herêmê hereketek aborî peyde bibe.
Ev resim, hêviyeke din durist dike ku ji nakokîyên rojhilata navîn ya ku di bin bandora şer û nexweşîyên civakî de ye pirr dûrtir e. Hêvîyek ava dike ku, resmê Kurdistanê di mejîyan de ji Iraqê û kultura Ereban dûr dixe.
https://www.facebook.com/mistererbil/videos/377155953061954/
Mr. Erbil nuha bi du kompanyayên mode ya Swedî re danûstendinan dikin ku di pêşerojê de cil û bergên wan bifiroşin, lê ev yek hêja ne zelal e.
Jîndar Erdal Toprak
Rojevakurd Stockholm