Civak

Ocalan û parêzerên xwe civiyan

Parêzerên Adulah Ocalan daxûyaniyekî de eşkere kirin ku wan roja 7.8.2019ê li gel Ocalan li Îmraliyê hevdîtinek pêkanine.

Parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica, ji bo serdana Ocalan çûn Îmralî û hevdîtinek pêkanîn. Lê di daxûyaniya parêzeran de behsa naveroka civînê nayê kirin.

Tişta ku dixweyê, cardin Ocalan dikeva di rojeva siyasî û daxûyaniya dide. Li gora gelek pisporên siyasî dê Ocalan li dijê kiryarên Qendil xedî helwestbe û ev yek jî ji bo PKKê dikare bibe destpêka pêvajoyek nû.

Tê zanin ku di hilbijartinên stanbulê de HDPê guh neda daxûyaniya Ocalan û li djê daxwaziya Ocalan helwest nîşandan. Lê piştî hilbijartina cardin destpêkirin wesfê Ocalan dan.

Dê rojên pêşiya me de naveroka civîna Îmralî eşkere bibe û cardin di qada siyasî de li ser rewşa PKKê nirxandin bêne kirin.

Back to top button