Hukumeta Kurdistanê û Corona

Piştî derketina virûs a Corona gelek welatan li gora imkan û zanabûna xwe ji bo ev vîrûs belav nebe hinek tedbîr standin. Welatên wek Çîn, Îran, Îtaliya û Koreya Başûr Corona gelek belav bû. Welatên Ewropa di serî de gelek girîngî nedan vê yekê û gelek welatan Corona belav bû.
Li vê derê helwesta hukumeta Kurdistanê di hemû warî de cihê şanaziyê ye. Tedbîrên ku li Kurdistanê hatîn girtin li tu welatek Ewropa nehatiye girtin. Kurdistanê tevî hemû desthilatiya xwe , hemû dam û dezgehên xwe helwestek gelek pêşketî, modern li himber belavbûna Corona danîn holê.Ji bo vê yekê jî Corona li Kurdistanê gelek belav nebûye. Li gora hêjmara nişteciyan Corona herî kêm li Kurdistana Başûr belav bûye.
Tedbîrên Kurdistanê gelekî zehmetin. Welatek wek Îranê cîranê Kurdistanêye û li Îranê Corona gelek belav bûye. Ji bo Kurdistanê gelek zehmete ku kontrolê di navbera sinorê Başûr û Rojhilatê de bi temamî pêkbîne. Lê cardin bi hemû imkanên xwe ji bo hemwelatiyên xwe biparêzin her tişta pêwist be hate kirin.
Bi kurtahî tedbîrên li Kurdistanê hatîn girtin li welatên Ewropa nehatiye girtin. Ji aliyek din tê zanin ku li Iraqê desthilatdariyek ku bikaribe ji bo saxlemiya hemwelatiyên xwe tedbîra bi disiplin bigre tuneye. Ji Îranê rojane xelk bi kaçaxîbe jî serdana Iraqê dikin. Lê cardin Kurdistanê tedbîrên xwe li himber vê yekê jî girtin.
Wek din li Ewropa hinek welatan gelek bi derengî dibistan girtin û çalakiyên gelêrî dereng sekinandin. Li hinek welatan hêja girtina dibistana gotubêj dikin. Lê li Kurdistanê gava yekem dibistan girtin , tazî sekinandin û hemû çalakiyên di meha Adarê de bêne kirin dan sekinandin. Tê zanîn ku meha Adarê ji bo Kurda gelekî giringe û di vê mehê de gelekçalakiyên bi wate têne kirin.
Kurtahî di vê derbarê de helwesta Kurdistanê wek mînakekî ji bo gelek welatan derket holê. Destê desthilatê saxbe û xwedê arîkarê wan be.
Nûçe/Analîz