Ji ber Corona, şofêr û xwediyê benzînxaneyan agahdar dikin

Li civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê çend rênimayiyekî nû ya bi navê xweparêziya ji virusa Corona hatin dayîn û biryare dan ku hîç şofêrek li benzînxaneyan ew bi xwe benzîn nexe otombêlê û dest li amêra benzîn têkirinê nekin.
Elî Reşîd Serokê Encumena Parêzgeha Hewlêr ragihand: “Li civîna îro ya Encumena Parêzgehê de çend rênimayiyekî nû hatin derxistin, yek ji wan taybete bi benzînxaneyan, divê benzînxane çend pompeyên xwe hebê, hinek karmendên wan jî hebê, nabê êdî şofêr bi xwe dest li wê sondeyê bidin ku benzînê têxê otombêlê, belku divê tenê karmendên benzînxaneyan têbikin, ji ber ku ewe yek ji sedemên veguhestina virusa Corona ye”.
Her wiha got: “Di derbarê çayxaneyan jî biryarê didin ku tîmên reşandinê biçin û dermanê lê bireşênin, her weha di derbarê qerebalixî û yarîkirinê jî wan agahdar bikin”.