Polîtîk

Hoşyar Zêbarî dibê Serok Komarê Iraqê

Çavkaniyeke dîplomasî eşkere kir ku Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê niha ya Iraqê kandîdekî tewafiqiye ji bo wergirtina posta Serok Komar li Iraqê.

Malpera Şafaq News li ser  axaftina çavkaniyeke dîplomasî ya nêzîkî Hoşyar Zêbarî ku navê xwe eşkere nekiriye û gotiye: Kutleyên siyasiyan bi awayeke tewafiqî li ser ewe rêkkeftine ku Hoşyar Zêbarî posta Serok Komar werbigrê û cihê Celal Talebanî bigre.

Her wiha çavkaniya dîplomasî eve jî got: Rêkeftina aliyên siyasiyan li ser vê babetê ji bo serkeftina Hoşyar Zêbarî ve vedigerê ku li van çend salên derbasbûyî li wê postê da nûnerayetiya hemû Iraq û berjewendiyên wê kiriye wekî derxistina Iraqê ji benda heftem û her wiha destkeftên din ji bo Iraqê ku sûd ji bo hemû Iraqiyan hebûye û rol û bandora wî li rêwresmên Erebî û Herêmî û Navdewletiyan û ragirtina hevsengiyeke baş li peywendiyan li gel welatên cîranda.

Li bersîva pirsiyarek da ku behsa ewe tê kirin Serokê Herêma Kurdistanê bê kandîd kirin ji bo posta Serok Komarê Iraqê, heman çavkaniyê gotiye eve raste lê belê pêvajoya Herêmê û nakokiyên li gel Bexda rêgirin li wê nêrînê û heta niha Hoşyar Zêbarî bi hêztirîn kese ji bo wergirtina wê postê.

Back to top button