Hinek
Hinek ji xwe re dikin hêceta xiyaneta xwe
Hinek dibêjin çima te guhdarîya Brett McGurk nekir. Hinek hê jî argumanên Silêmanî û Malikî yên li pişt derîyên perdekirî li Piştaşanê diqîrin, hinek ketine xema çawa hemû gunehan bikin barê Barzanî.
Hinek li ser riya Bexdayê bûn, li ser riya Bexdayê ne, ji bona ku du-sê bajarên din têxin nav nexşeya Îraqa xwe
Hinek ketibûn, ketine nav keftelefta morkirina îraqçîtîyê
Hinek ketibûn, ketine pey mûçeyan
Hinek li benda razîbûna yê din û yê din bûn
Hinek li pey ”argumanan” in, çawa perdeya şik û gumanê bi ser xewna me de binixumînin
Hinek li pey ”pakwijdanê demokratîk” yê Îraq û Tirkîye û Îranê ne
Ji xiyaneta xwe rûreştir in
Ji Brett McGurk rûreştir in
Ji îraqçîtîya xwe rûreştir in
Ji mora îraqçîtîyê rûreştir in
Ji ”argumanên” xwe rûreştir in
Çunkî wê rojê me xewna xwe kezaxt: em sed gavên din nêzîkî wê bûn. Ew sed cara mezintir û xweşiktir bû
Ji Faceboka: Remzî Kerîm