
Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku ewê xebatên li ser Destûra Bingehîn a nû bilezînin û wiha got: “Ji 1ê Cotmehê pê ve emê di axavtina xwe ya Meclisê de giranîyek pêwîst bidin û gavên pêwîst bavêjin”.
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser vexwendina Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ji bo rojekê çû Nexçevanê. Erdogan di rêya vegerê de di balafirê de bi rojnamevanan re axivî.
Serokkomar di bersiva pirsên derbarê mijarên siyaseta hundir û derve de, di derbarê lêkolînên Destûra Bingehîn a nû de got: “Armanca me ew e ku em makzagonek ku hemû welatîyên me jê re dibêjin “ev destûra min e” derxin pêş. Koma meclîsê ya partîya me wê bi partîyên din ên ku di meclîsê de komên wan hene bicive û vexwendnameya me ya “Em bi hev re makzagonek sivîl çêbikin” ragihînin. Ewê li derîyê herkesî didin”. Erdogan bi berdewamî got: “Divê êdî Tirkîye ji şerma makzagona darbeyê xilas bibe. Miletê min makzagonek medenî, azadîxwaz, li gor şert û mercên serdemê heq dike. Armanca me ew e ku em makzagonek ku hemû welatîyên me jê re bibêjin “ev makzagona min e” çêbikin.
Erdogan behsa naveroka makzagona nû nekir. Di makzagona nû de wê ji bo heq û hiqûqê Kurdan çi bê gotin yan çi bê nivîsandin ne kifş e.