
Partîya Çep a Kesk wê di 1ê Cotmehê roja destpêkirina sala nû ya Meclîsê de manîfestoya çareserîya pirsa Kurd eşkere bike. Nêrîna partîyê ya li ser banga Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Erdogan a ji bo Destûra Bingehîn a nû jî wê bê eşkerekirin.
Di civîna Desteya Rêveberîya Navendî (MYK) ya Partîya Pêşerojê ya Kesk û Çep (Partîya Çep a Kesk – 25.09.2023)de xebatên li ser navê nû yê partîyê û hevserokatîyê hatin nirxandin. Li gor agahiyên ku ji rayedarên partîyê hatin girtin, di civînê de metna manîfestoya ku wê li ser çareserîya pirsa Kurd bê ragihandin jî hat nirxandin. Di derbarê navê nû yê partîyê de ji rêxistinên partiyê û endamên partîyê pêşniyar hatin komkirin û di van pêşniyaran de 5 navên navdar derketin pêş.
Di civînê de li ser sê navan rawestiyan. Di nav van navan de navê Partîya Demokratîk a Gelan derket pêş. Wê sê nav ji bo kongreya partîyê bên pêşniyarkirin û di kongreyê de biryar li ser navê nû bê dayîn. Ji bilî navê Partîya Demokratîk a Gelan, wê navê Partîya Azadî ya Demokratîk û Partîya Wekhevîya Demokratîk ji bo erêkirinê pêşkêşî kongreyê bên kirin û navê ku li vir hatiye diyarkirin wê wek navê nû yê Partîya Çep a Kesk bê diyarkirin.
Girîngiya pirsa Kurd û çareserîya li Meclîsê Partîya Çep a Kesk wê 1ê Cotmehê roja destpêkirina sala nû ya meclîsê di saetên sibê de civînek komê li dar bixe û têkildarî çareserîya pirsa Kurd manîfestoyekê eşkere bike. Di civîna komê ya 1ê Cotmehê de bi eşkerekirina manîfestoyê wê peyama çareserîya pirsa Kurd a li meclîsê û pirsa bingehîn pirsa Kurd e bê diyarkirin.
Di civînê de tê payîn ku di derbarê bangewazîya Destûra Bingehîn a nû ya Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Erdogan de, nêrîna partîyê bê eşkerekirin. Di civîna koma partîyê ya yekemîn de hat destnîşankirin ku bêyî çareserîya demokratîk a pirsa Kurd ti pirsgirêk nayên çareserkirin.
Hat zanîn ku Partî wê di serdema nû de pirsa Kurd zêdetir eşkere bike û nêzîkatiyek ku ne tenê rexne dike, pêşniyazên çareserîyê jî pêşkêş bike.