Nivîsar

Hestên netewî li bakurê Kurdistanê gelekî aloz e

Piştî hilbijartinên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşek nû derdikeve holê. Tişta herî balkêş di van hilbijartinan de, helwesta HDPê li bajarên Tirkiye bû. HDPê pişgiriya berbijêrên CHPê û IYI Partiyê kir û bû sedemek bingehîn AKPê li Stanbul û Enqere windakir. Heta serkeftina CHPê li Edene û Mersînê jî bi dengên HDPê bû.

Ji aliyek din, li Kurdistanê HDPê li hinek deverên gelek girîng winda kir. Hilbijartinên Kurdistanê da xûyakirin li bakurê welatê me, hestên netewî gelekî alozin û pirsa kurd bi nisbetek mezin bûye pirsa entegrebûna bi Tirkiyeve. Yanî HDPê û aliyên pişgiriya HDPê kirîn bi temamî ji kurdeyatiyê dûr ketin û pirsa kurd ji bo wan bûye pirsa Tirkiyebûnê. Ev yek neyartiya herî mezin a hestên netewî dike û li bakur xeta netewî aloz dike.

Ji aliyek din hinek partiyên kurd berbijêrên serbixwe derêxistin. Berbijêrê serbixwe ku PAK û PSK pişgirî didanê li Diyarbekirê dengek gelek kêm wergirt. Yanî dengên wergirtîn ji 2000î kêmtir bûn. LI Diyarbekirê ku 600 hezar zêdetir dengder hene, berbijêrek kurd û behsa nirxên Kurdistanî dike, kêmî 2000 denga bîne ev yek rewşa siyasî ya li bakurê Kurdistanê dide ber çava. Divê herkesek ji aliyê xwe ve vê yekê baş binirxîne.

Ev yek di bingehê xwe de ji bo kurdên ku xeta netewî diparêzin trajediyek siyasîye. Ev didê xûyakirin ku, HDP û aligir û kesên deng dayînê, çikas ji hestên netewî dûrin û tenê berjewendiyên kesayetî bingehê helwesta xwe digirin.

Ji aliyek din ve piştî hilbijartina helwesta hukumetê û Erdogan gelek tê minaqeşe kirin. Du rê li pêşiya hukumetê hene, yan dê van 4 salan de siyasetek tund rêve bibe . yan jî dê siyasetek nermtir rêve bibe û encama derketî holê qebûl bike. Bê guman wek hemû aliyan dê AKP jî xwe berbiçavre derbas bike û ji bo pêvajoya nû helwesta xwe diyar bike. Helwesta AKPê gelek girînge . Ji ber ku desthilat e.

Piştî hilbijartina daxûyaniya yekem ya Erdogan jî ji bo kurda girîng bû. Erdogan gotibû. Ez spasiya birayên xwe yên kurd dikim û kurda ispatkirin ku dengên wan ne di bin îpoteka keseki de ye.

Bê guman ji kurda re ev yek gelek girîng bû. Eger AKP û aliyên din jî kurda hemûyê di kesayeta HDP/PKKê de nede nasandin , ev destkeftiyeke ji bo kurda li bakurê Kurdistanê. Ji ber ku helwesta AKPê bandora xwe li jiyana xelkê ya rojane dike. Encamên AKPê li Eruh(Dih), Şemzina, Uluderê, Beytulşebab û Şirnex wergirtîn xwedî girîngiyek taybet e.

Li bakurê Kurdistanê jiyana rojane ji bo xelkê ku bikaribin debara xwe bikin gelekî girîng e. Ji ber ku, di hinek qonaxan de xelk di bin du desthilatdariya de dijiya û di nava herdu detshiladariya de dihata guvaştin. Xelkê bac dida hukumetê û PKKê jî. Bûyerekî de xelk hem ji aliyê hukumetê û hem jî ji aliyê PKKê ve dihatin dadgeh kirin û adeleta herdu aliyan ji hev xirabtir û qambaxtir bû. Adeleta wan li gora hêzbûna wan bû.

Tişta ku xelkê Kurdistanê ji vê herîyê xilas bike xortbûna hestên netewîne. Kurd li bakur bikaribin vekirî li dijê şerê qirêj yê heyîî derkevin, û di rêya diyalog û aşitiyane û medotên demokratik doza xwe rêve bibin dê gelek tişt bêne guhertin. Kurd divê bi hestên netewî li ser xetek netewî doza mafên xwe yên rewa bikin. Eger kurd vê yekê nekin û mehkumê siyaseta Tirkiyebûna HDPê bimînin . Dê her winda bikin û tu cara jî nikarin bi îrada xwe ya azad tevbigerin.

Dema kurd li bakur li gora berjewendiyên netewî siyaseta xwe biafirînin, dê partiyên Tirkan jî bi mercbûr bibe behsa pirsa kurd bike û vê pirsgirêkê bêxwe di rojeva xwe ya siyasî de.

Nûçe/analîz

Back to top button