Kultur

Japonya: Li zanîngehê de zimanê kurdî fêr dibin

Li Japonya dersa zimanê kurdî wek dersek hilbijare di dibistanan de tê xwendin.
Di vê derbarê de Nûşêrvan Guner nûçeyek amade kiriye. Di nûçeyê de dide xûyakirin ku, Japonya ji welatê ku em lê dijîn 12 000 kilometre dûr e.

Kurdên ku ji Kurdistanê çûyine Japonya bi pêwendiyên xwe welê kirine ku, Kurd û Japon nêzik hevûdin bûne. Gelek cara li Japonya pîrozbahîyên Newrozê tene kirin.Ji aliyek din ve hewldana nêzinkbûna çanda Kurdî û Japonî heye. Ziman û edebiyata Kurdî di filmên sînemayî de û heta pirtukên ji bo zarokê tên çapkirin de cih digre.

Komeleya dostaniya Kurdistan û Japonya di çerçova çalakiyên xwe yên çandî de, ferhengek ya Kurdî û Japonî çap kirine. Li Tokyo zaningeha lêkolinên biyanî de beşa zimanê Kurdî heye. Mamustayê vê beşê Vakkas Çolak behsa hînbûna zimanê kurdî li Japonya dike û dibêje: Japonî dixwazin kurda nas bikin, rêya vê jî naskirina çand û edebiyata kurdî re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî Japonya di zaningehêde beşê zimanê Kurdî vekiriye .

Back to top button