Demirtaş: Hilbijartinên 31ê Adarê rê nîşa me kir

Hevserokê berê yê HDPê berbijêrê serokkomariya Tirkiye yê demekî Selahattin Demirtaş, di girtigehê de vê dema dawî gelekî çalak bûye. Demirtaş di dema hilbijartinên herêmî de rojane daxûyanî didan, ligel rojnemevanan hevpeyvîn çêdikiran. Demirtaş di heman demê de pirtukêk jî nivîsand û pirtuka wî hate weşandin.
Herî dawî Demirtaş ji bo rojnama Washington Post maqeleyekjî nivîsand. Niha li vê derê pirs ewe ku tiştên ku Demirtaş dibêje û naveroka nîvîsa wî de cih digre çikas raste û Demirtaş bi xwe dîtinên xwe de çikas baweriyê li tiştên dibêje heye.
Demirtaş wek kesayet dibê ku bawerî li tiştên ku dibêje hebe, lê divê neyê ji bîr kirin ku Demirtaş li gora bîr û baweriyên PKKê siyasetê dike, her dema ku hewldide ji derê siyaseta PKKê tiştekî bêje ji aliyê wan ve bala wî tê kişandin.
Demirtaş di nivîsa xwe de behsa winda kirina AKPê û serkeftina HDPê dike, raste AKPê li Tirkiye li bajarên mezin bi helwesta HDPê winda kir, lê HDPê jî bi siyaseta xwe ya çewt li Kurdistanê winda kir. Gerek Demirtaş behsa vê rastiyê jî bikira.
Demirtaş dibêje: Em dixwazin li Tirkiye di nava aşitiyê de,wekhev û warek demokratik te bijîn.
Di bingehê xwe de gelek aliyên Tirk heta AKP, CHP û hemû partiyên siyasî wek Demirtaş behsa demokrasiyê û jiyana azadî û aşitiyê dikin. Lê Demirtaş qet behsa mafê rewa yê Kurda û behsa stauya Kurdistanê nake.
Berdewamiya nivîsa xwe de Demirtaş dibêje :Piraniya kurda wek gelên din dixwazin di nava aşitiyê de bijîn. Ji şer aciz bûne, pêwistiya kurda demokrasiyê heye. Ji bo ev daxwaziyên kurda werin cih me li gel muxalefêtê kar kir.Lê Erdogan berpirsê herî mezine ku nahêle ev daxwaziyên me werin cih.
Demirtaş dema vê yekê dibêje behsa şer û çalakiyên PKKê û siyaseta PKKê ya ku guvaşê li ser kurda dike nake. Bi kurtahî nikare siyaseta PKKê rexne bike.
Di nivîsa xwe de, Demirtaş behsa Ocalan jî dike û dibêje: Bandorek mezin ya Ocalan di nava kurdên Tirkiye û Suriye de heye. Eger cardin behsa hevdîtinan ji bo aşitiyê bê kirin, PKKê ji bilî Ocalan guh nade kesekî. Pêvajoya ku Ocalan ne di nav de be tu cara nagihê armanca xwe. Ji berî çend sala ku Erdogan ji bo vê sedemê li gel Ocalan behsa nirxandina aşitiyê dikira gelekî rast bû. Beşek mezin ji Kurda Ocalan muxatabê herî girîng dibîne.
Demirtaş dema behsa rolê Ocalan dike bi weşartî bê jî mesejekî dide, Demirtaş dixwaze dethilatiya Qendilê rexne bike lê newêre. Tê zanin ku demên dawî di “pêvajoya aşitiyê “ de, Qendil guh neda Ocalan û daxwaziyên Ocalan red kir. Ji aliyek din ve, ji berî hilbijartinên herêmî demekî kurt, birayê Ocalan li Îmralî serdana Ocalan kir. Ocalan li gel birayê xwe peyamek ji bo Qendil û HDPê ragihand. Birayê Ocalan piştî ji Îmralî vegera daxûyaniyek da û got: Rewşa Ocalan ya tenduristî başe û tu tengasiya wî tuneye. Peyamek Ocalan heye dê HDP vê peyamê ji bo Raya Giştî ragihîne.
Berpisên HDPê jî dan xûyakirin ku ewê demek kurt peyama Ocalan ji bo Raya Giştî ragihînin. Lê tu cara ev nekirin û peyama Ocalan eşkere nekirin. Qendîl nehişt ku ev peyam werê eşkerekirin. Gerek Demirtaş vekirî bikaribe behsa van tişta bike.
Di nava PKKê de ewên ku bi siyaseta PKKê tevdigerin, heta ku ji berî her tiştekî li himber xwe piştre li himber xelkê ne duristbin çi bêjin valeye û newêrin rastiya xwe bêjin. Demirtaş siyasetê ji boTirkiye dike, li gora têgihandina xwe, wek kesayetek çep tevdigere û behsa mafê rewa yê kurda nake ji ber ku lê ne bawere.

Nûçe/Analîz

Nerîna min :