Pizîşkekî nexweşiyên gurçikan li Qamişlo da xuyakirin ku bi tenê 2 navendên şuştina gurçikan li sernaserê Cizîra Rojavayê Kurdistanê hene, ew jî li Qamişlo û Hesekê di destê hikûmeta Sûriyê de ne.

Pizîşkekî nexweşiyên gurçikan li Qamişlo Dr. Yasir Ehmed ji Rûdaw re ragihand ku gelek caran ji ber nebûna dermanên pêwîst, kesên nexweş jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Yasir Ehmed herwiha got, hinek caran kesê nexweş di temenê leşkeriyê de ne û dema diçin serdana wan herdû navendan, ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve tê girtin û bo eskeriyê têne şandin.

Ehmed wiha got: “Bi rastî pirsgirêkên nexweşiyên gurçikan li vê derê hene û yek ji wan a herî mezin ew e ku şuştina gurçikan pirsgirêk e. Li gelek bajar cîhazên wê nemane bes li Qamişlo û Hesekê du navend hene û ew jî ji hêza xwe zêdetir kar dikin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: