Nivîsar

HDP yekitiya netewî beravêtî dike

Di van demên dawî de li bakurê Kurdistanê gelek çalakî ji bo yekitiyek di nava tevgera azadixwaza kurd de peyda bibe têne kirin. Civîn çêdibin, semîner têne li darxistin û di vê derbarê de hevdîtin têne kirin.

Lê heta niha yekitiyek bi serûber pêknehatiye. Bê guman gelek sedem hene ku heta wek vê gavê tu yekitê çênebûne û yên jî bi navê yekitiyê bi awayekî çêbûyîn demek kin de têkçûne.

Başe sedema bingehî ya vê yekê çiye? Dixweyê kesek li ser sedeman serê xwe naîşîne. Ji berî her tiştekî HDP/PKK rîya hemû cureyên yekitiya li ber kurdan xetimandiye. Dema ji bo wan pêwistbe behsa yekitiyê dikin û raya giştî û hinek aliyên siyasî dixapînin. Dema ji bo wan ne pêwistbe jî dêbêjin ku “ ji xwe wan yekitî pêkanîne“ û wek mînak jî KNK û KCD du tiştên berbiçavin. Ji aliyek din dêbêjin HDP partiya gelan e û wan di naveroka HDPê de yekitiyeke gelan avakiriye.

Lê gelo madem kî we yekitî avakirine, dem bi dem ev keftulefta we ji bo çiye. Ji xwe HDPê hinek aliyên kurd bertîl kirine û anîne di bin sêwana xwe de. Lê hewl didin rê li ber yekîtiyên din jî bigirin. Ji ber ku tirsa wan ya herî mezin avakirina yekitiyekî li ser xeta netwî ye.

Gerek bi kurtahî bê tesbît kirin ku, Yekitiyên Netweyî bi hêzên netewî û aktorên netewî tê avakirin. Lê mixabin mirov dibîne ku hêzên ku xwe netewî nabênin û li dijê netwîyetê kar dikin, behsa yekitiyên netewî dikin. Ev bi xwe jî dide nîşandan ku çikas ji cidîyetê dûrin.

Ji berî çend roja li Diyarbekirê civînek ji bo yekitiyek Netewî ji aliyê PAK û PSKê ve hate li darxistin. Siyasetmedar û rewşenbîr tevlî vê civînê bûn û di derbarê yekitiyek netewî de dîtinên xwe gotin û pêşniyar kirin. Berpirsên HAK PARê jî wek çavder tevlî civînê bûn.

Hêvî ewe ku HAK PAR jî di pêşerojê de bi aktîf bibe aliyek yê van civîna . Herweha divê HUDAPAR jî ji bo vê yekê bête nirxandin û tevlîbûna wan jî bi awayekê di rojevê de be.

Ev civîn gelekî girînge. Ji ber ku ev cara yekeme ku faktorên netewî bingeh têne girtin û civînek çêdibe. Naveroka civînê li ser 3 babetên girîng bû.
“ Armanca Tifaqa Neteweyî
   Şiklê Tifaqa Neteweyî
  Ji bo pêkanîna Tifaqa Neteweyî nexşerêyeke çawa ûwd.“
Belkî ev gav gavek biçûk û mutevazî bû. Lê gavek girîng û xwedî wateyekî bû. Eger ev çalakî bi biryar û îstikrarî bêne berdewam kirin, dê pêşerojek baş ji boYekitiya Kurda pêkbîne .

15.01.20120

Analîzek

N.Firat

Back to top button