Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî li gel şandekî bilinda serbaziya Brîtanî civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku teror û serhildana Da’îş metirsiyeke rastîne ku gefê li aramiya Iraq û navçeyê dixwe û ji bo rûbirûbûna wan Iraq û Herêma Kurdistanê hê jî pêwîstiya wan bi hevkarî û piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş heye.

Berî nîvroya îro çarşem 15.01.2020 li Hewlêrê civîneke li gel şandekî bilinda serbaziya Brîtanî ya bi Serokayetiya General Sir John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Serbaziya Brîtanya ya ji bo Rojhilata Navîn û Nûnerê Serok Wezîrê Brîtanya, bi amadebûna rêzdar Balyozê Brîtanya li Iraqê ‌û Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Konsolê Brîtanya li Hewlêr û hejmarek ji piledarên serbaziyên Brîtanî, rewşa emniya Iraqê û pêşhat û aloziyên vê dawiyê ya welat guftûgo kirin.

Pêşketina livîn û tevgerên vê dawiyê yên Da’îşê, bi taybetî li navçeyên maddeya 140 û girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo berengarbûna wan û rola hevpeymaniya navdewletî ya li vî derbarî de, nermkirina girjiyan, peywendiyên Hewlêr û Bexda û peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, mijareke dinê civînê bûn ku têda berdewamiya hevkariyên Brîtanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kirin.

Back to top button