Nivîsar

HDP ji bo çi wek partî dikeve hilbijartinê

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Hezîrana 2015ê hilbijartinên parlementoya Tirkiye çêdibin. Di van hilbijartinan de her partieyek siyasî li gora xwe hesabekî dike û xwedî projeyekiye.

Li gora dixweyê projeya herî zelal ya AK-Partiyê û serokkomarê Tirkiye tayib erdogan e.

Erdogan dixwaze AK-Partî vê carê kêmasî 330 parlementera derêxe da ku destura Tirkiye ya bingehîn biguhere û herweha sistema niha li Tirkiye heyî ji holê rake û sistema serokatiyê bîne Tirkiye.

Bê goman ev babet cihê gotubêjê ye. Yanî ji bo kurdan li Bakur sistema îro heyî baştire yan sisetema serokatiyê. Ev yek dê gelek bê gotubêj kirin.

Di hilbijartinan de armanca HDPê çîye? Di rastiya xwe de ev yek ne zelal e. Tiştên di medyayê de têne gotin û beyanên  berpirsên HDPê radigihînin ne bingehînin. 

HDP biryar daye ku bi navê partiyê bikeve hilbijartinan.Ji bo HDP bikeve parlementoyê de pêwiste baraja % 10ê derbas bike. Niha li vê derê pirsek tê holê. HDP eger bi berendamên serbixwe bikeve hilbijartinan vekiriye ku wê 35- 45 parlementeran derêxe. Ev yek garantiye. Lê eger bi navê partiyê bikeve hilbijartinan , ne kifşe ka gelo wê baraja % 10ê derbas bike yan na.

 Dema HDP ji %10 derbas neke parlementerekî jî nikare derêxe û dengên HDP piranî diçin ji bo AK-Partiyê. Hinge garantî AK-Partî 330 parlementerî dertêxe.

Baş e rastî li vê derê pirs çiye? Çima HDP vê yekê dike? Yan HDP û AK-Partiyê li hev kiriye. Yan jî garantiyek HDPê heye ku radeya dengê xwe ji %10 derbas bike.

Tişta ku dixweyê bi vê siyaseta îro û tifaqên HDPê çêdike herî zêde dikare ji % 8 deng bigre. Lêpirsîn û lêkolînên heta niha têne kirin vê encmê dertêxe holê.

Ji herkesekî behtir HDP dizanê ku baraja % 10 derbas nake. Başe dê vê yekê çewe ji raya giştire bide zelal kirin?

Dê çewe îdiayên ku Ocalan û Erdogan li ser vê yekê li hevkirîn ji holê rake û zêdeyî 2 milyon deng bavêje avê.

gelo ji dil HDP bawere ku barajê derbas bike? belkê jî di rojeva HDPê de tiştên hene ku dizanin dê barajê derbas bikin. Eger vê yekê ji raya Giştî re bikaribin bêjin  belkî îdiayên têne kirin pûç bibin.

Wek din bi zanebûn dengên xwe ji bo AK-Partiyê tavêjin.

30.01.2015

Dara Bilek

Back to top button