Sekreterê Partiya Yekitiya Kurd li Surî Brahim Biro bi minasebeta azadkirina bajarê Kobanê de daxuyaniyek belav kir.
Biro di daxuyaniya xwe de gazinda ji PYDê dike û dibêje PYD rê nade hêzek hevbeş a kurdan li Rijavayê Kurdistanê pêkwerê.
Biro dibêje: Koban bi hevkariya hêzên hevpeyman, pêşmerge û YPGê hate rizgarkirin.
Biro behsa rolê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî jî dike . Herweha dibêje: PYD nehişt hêza çekdar ya ENKSê derbasî Kobanê bibe, PYDê di şerê Kobanê de şirikatiya ENKSê qebûl nekir.
Di dawiya daxuyaniyê de Biro dibêje: Divê rîkevtina Duhokê bikeve jiyanê û hêzek kurdî hevbeş pêkwerê.