Nivîsar

Greva berçî bûnê armanc çîye ?

GIRAVA BERÇÎ BÛNÊ ARMANC ÇÎYE?

Ev destpêka berçî bûnê mijar û armanc çiye? Bo çî berê van insana dane mirinê? Ev talîmat ji kû tê, ev biryar kî didê û kî fermanê dest nîşan dikê? Pirs û lêkolîn nîne, bimre dimrê rabe radibê, wekî sofyê Hasan Sabah digot xwe di kelehê de bavêjin hemen xwe tavêtin. Berê heft hezar Kurd didine mirinê! Giravê berçî bûnê hene li dinyayê. Lê li welatê ku heqî û edalet lê hebê, însan haqî rojnemager hukukger diçine girtîgeha bi wan însana re di peyivin li derdê wan di pirsin, lê ne li Tirkîye, li Tirkîye valaye.

Ev biryarê belevajî ku berê xortê Kurda didine mirinê. Bi zanebûn vê biryarê didin, evê ku di zîndane de hemî ê ku xwedî îrade û xwedî biryar, wê van jî ji holê winda bikin. Tevan wê bimrin herin ji kîsî xwe û ji kîsî gelê Kurd. Evê ku vê talîmatê didin îlle tilya mîllî îstîxbarata Tirkan tê de heye, ev dijminatîkke mezine.

Tiştê ku di hundurwê dewleta Tirkî de çê dibin îllahî sîxwira Tirkî agehdare. Şêwirmendê asaîşê herî tilya wî di navde heye. Her wextê hilbijartinê celebek serekê nava HDPê millet wekîlî û şaredarî jî wan dibijartin yanî bi nav di hundurwê xwe de hilbijartinek çê dikirin lê nerast bû , ew xapandin bû. Çend heb diçûne cem Apo û liste xwe dibirin, ji bonî kê bikne reîs û kê bişînin miclisê. Lê her wextî mîta Tirkî li İmrali cem apo bûn ê ku mîtê ne pejirandiba kesekî nikarîbû wana tomar bikê.

Beşekî mezin di xendekan de dane kuştin, ne bese ê di girtîgehan de jî wan xerç bikin! Ev çend kesa xwe kuştin û divin ku ê mayî jî tevan xwe bikujin yanî belkî dewlet jê xeber bidin bêjin em Tirkîye şermezar dikin. Yanî wexta ku dewletin bêjin em Tirkîye şermezar dikin wê çi jê derkevê? Evê ku xortê Kurda di xendekan de bi hezaran dane kuştin evan gelek bela anîne serê Kurda, ev jî xapandin û telîke ne ber ferehın.

Evan xaîn mileta ji Tirkan, ji Ereban, ji Farisan zêde tir xebat û keft û left kirin ji bo ku Barzanî ji holê rakin lê bi ser neketin hew ji wan hat. Heger ku ji wan werê wê çi diserê vî gelî bikin? Wellehî ji Sedam û Ji Esad û Firewn û Nemrûd xerab tırın Fırewn ewin. Birader ma koletî çawaye? Ê xwedyê kole çi digote kole, kole digot, erê nikarî bû bêjê ne wisaye an halo çêtire, ji kole re axaftin tune bû.

Efendim ev bûne Firawn’nê duyem çi dibêjin kesek nikarê bêjê ne welê. Îman nemaye ev hemî ji îmana zeîfe, namus here pirs tune mal here pirs tune can diçê pirs tune dîn jî li ber çûyînê ye. Bese Hiso, bese Hemo, bese Miho, li xwe bi birse wext derbas bû. Ma ku her tişt xelas bû dawî hat tu bi pirsê çîye û tu ne pirsê çîye? Berê vî gelî dane îflasê tu rê ji Kurda re ne hiştin. Gelek derfet hatin ber destê gelê Kurd lê xaîna rê li ber Kurda girtin.

Di nava dewleta Tirkîye de, ne dost û ne ji rê li ber Kurda ne hiştin, tev lewitandin. Pêşî Erdoxan gavek dudu ber bi Kurda de avêtin lê mixabin Kurda lingê xwe li sifrê xistin qulipandin . Erdoxan jî înat kir qedera Kurda da destê Bexçelî. Bexçelî dijminekî Kurda gelekî kûr û dijware. Ji vir û pêde Kurd nema xêrê ji Erdoxan nabînin. Bawerî nema û bazar jî nema çê dibin. Ne Erdoxan û ne Qilîçdar Oxlu û ne Bexçelî û ne kesekî jî hêvî neman bi xweşî û pêwendîyan nema çêdibin!

Hêvî gelek lewaz bûne jî lê di vê hilbijartinê de tiştikin ji cîyê xe lebitîn. Kurda ingûşkek li bin çengê Erdoxan xistin û kirin ku ji xew veciniqê. Wekî ku bêjin tu wisa bikê em jî emê wisa bikin, Wexta ku tu me teslîmî Bexçelî bikê em jî emê bi ser Kilîçdar Oxlu de herin. Divit ku tu hey ji van tişta hebê, û ne dûrî aqila ye ku Erdoxan pilan ne din çêkê.

Bi şêweyekî dîsa Kurda qanih bikê û wan vegerênê baskî xwe de! Erdoxan ji xwe re wext dirêj dikê, dirêj kirina wext jê re gelek girînge. Roj bi roj Kurd dihellin kûltûr û zimanê xwe ji bîr dikin. A duyemîn ji van beleçewtîyên HDPê jî gel pir aciz dibin ji doza xwe sar dibin. Gelê Kurd mane heyîrî gelek difikirin di nerin tu ferqê di nabayna HDPê û AKP û CHPê de tu ferqa na bînin . Ji xeynî hîle û xapandinê pê de tişkî nabînin.

Gel dinava xwe de bi jana dirêj ketine û derman jî nabînin, li lîderekî saxlem û netewparêz digerin nabînin. Yek heye jî lê ji hevdû newêrin baskî wî lîderê Kurde war û netewparêz ku wekî wî zêrê bîst û çar eyar li qadê heye, lê mixabin bêzirav ji xaîna û ji pîsa ditirsin newêrin ku bidne ser rîya rast. Zanin ne ku hewaqasî cahîllin lê wekî wan mişrikê dora Mekkehê ji pût naqerin mane bi pût ve, Xweda wan bîne ser rê!

27.4.2019

Dilciwan Helbest

Back to top button