Di vê dema dawî de, rojeva başûrê Kurdistanê de, babeta herî girîng yekitiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye. Di vê derbarê de hewldan hene, di serî de hukumeta Kurdistanê û PDK dixwaze ev yek pêkwerê. Lê YNK vê yekê wek firsetek siyasî bi kar tîne û çikas bi gotin behsa yekiya hêzên Pêşmergeyan bike jî ji dil vê yekê naxwaze. Ji ber ku siyasî YNK aloz bûye û heyina xwe bi heyîna hêza çekdar ve girêdaye.
Di vê derbarê de, parlamenterê berê yê fraksiyona Gorran Omer Înayetî ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK derfet wegerandiya firsetê ku hêzên wê yên çekdar hene û du îdareyî bi aşkerayî bilêv kir. Heta hêzekî niştimanî neyê ava kirin û fermana serokê herêmê ji Zaxo, Hewlêr, Helebçe û Silêmaniyê bicîh neyê û peyvendiya wan bi partiyan ve nemîne ev pirsgirêk dê her hebe.’’
Herwaha diyar kir, yek ji bernameya Tevgera wan niştimanî kirin û sazî kirina hemû hêzên çekdar e, ku di dema dawî hatina hikûmetê de ew hêz karên xwe bikin. Lê ‘’YNKê ji wê ditirse ew desthilatiya wê ya li navçeya Silêmaniyê û Helebçe û Penciwên û Bitwênê heye, eger hêza wê ya çekdar nemîne, bê guman ew kursiyên parlamentoyê jî bidest naxe û desthilata wê ya navçeya Silêmaniyê jî namîne.’’
Herwaha diyar kir ew kesên kar li saziyekî de dikin, girêdayî û pêbendî rênmayî û yasayan bin. ‘’Dema kesek li ser kursiya cîgirê serokê herêma Kurdistanê rûdinê, divê êdî ji bîr bike ku ew ji Gorran e. heman tişt bo PDKê û YNKê jî wisa ye.’’