Polîtîk

Hewas Egid: Divê civaka navdewletî Efrînê ji talaniyê biparêze

Nûnerê ENKS, li nav iItîlafa Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd daxwaz kir, ku aliyên çekdar ji Efrînê derkevin û rê li ber vegera koçberan bê vekirin û civaka navdewletî jî, şûnewarên Efrînê ji dizî û talaniyê biparêze.

Endamê Desteya Danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê Hewas Egîd ku di heman demê de yek ji nûnerên ENKSê ye di nav iItîlafê de Hewas Egîd di daxuyaniyeke taybet de  ji Rûdaw re bal kişande ser binpêkirinên ku li Efrînê ji aliyê çekdaran ve tên kirin û got, ku ew di her civîn û hevdîtinekê bi berpris û nûnerên Neteweyên Yekgirtî, û welatên xwedî bandor re, pirsa Kurdî li Sûriyê û rewşa Efrînê dixin rojevê.

Hewasa Egîd wiha axivî: “Bêguman hebûna me çi civatê de be ji bo berevaniya mafê netewî Kurdan e. Tekîldarî Efrînê de nerîna ji roja ewil heta niha me li dijî şereke leşkerî bûn. Lê mixabin tişta li Efrînê çêbûn encama peymaneke navnetewî bûn û Efrîn radestî Tirkiye û grûbên çekdar hat kirin. Em wek ENKS dibêjin divê ev grûpên çekdar ji Efrînê derbikevin û di bin çavdêriya navneteweyî de rê ji vegera xelkê Efrînê were vekirin. Divê rêvebiriya herêmê ji xelkê Efrînê were hilbijartin. Berpirsiyariya Tirkiyê û civaka navnetewî ji binpêkirinên li Efrînê heye.”

Endamê Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê herwiha da xuyakirin, ku heya niha nakokî li ser lîsteya sêyem a Komîteya Desûtrî heye, û herî zêde jî, pirsgirêk li ser 6 beribijêran derketiye, ku ew her 6 kes jî nêzîkî hikûmeta Sûriyê ne.

Egîd ev yek jî anî ziman, ku ew hewl didin, ku lîsteya sêyem ji nûnerên saziyên civaka sivîl bê avakirin.

 

Back to top button