EU û raçavkirina rêwîtiya esmanî
Gabar ÇIYAN Li hinek welatên Yekîtiya Ewropayê-YE fînansekirên mezin, bankeyên nasdar berî niha ji bo kêşara pereyên reş baştir bê raçavkirin, deriyên xwe ji çavdêr û inspektorên taybetî re vekirin. Bi sedan hesap û transfêra diravên girseyî ketin ber lêpirsînê. Hurbûna li ser pirsê didome. |
Armanc, nasîna kaniyên aborî yên hêzên mîna “Dewleta Îslamî-DI”, alîkarên wan, rêlêgirtina transfera peran û ziwakirina kaniyên wan e. |
Niha jî raçav kirina rêwîtiya xetên esmanî di dorê de ye. Pêşniyaz formule bûne. Li gorî wê dê fîrmayên gerê bikevin bin zext û berpirsiyartiyên girantir. Fîrma dê hêzên polîsî, li ser kesên bi balafiran tên welatên endam û derdikevin, agehdar bikin. Nav, paşnav, navnîşana mal û devera lê bibin mêvan, e-post, telefona têkiliyê, hejmara kesên rêwî û çalakiyên plankirî jî dê bibin cihê pirsê. |
Di eslê xwe de mijar çend sal in tê niqaşkirin. Komên siyasî di Parlamentoya Ewropayê-PE de ji fêdeya wê bêhtir li ser bandorên neyênî kur dibin. Biryarek wisa dê azadiya çûn û hatinê sînor bike. Şerê li hember terorê dikare mafê mirovan binpê bike ûhwd. Mijar hesas e, bi şik û tirsên bênav barkirî ye. Pejirandina wê ne hêsan e. |
Lê wisa xuyanî dike ku ji bo qebûlkirina pêşniyazek nû li hev kirine. ji derve zexta Emerîka û li hundir hejmarek welatên YE dê pirsê çareser bikin. Sê biryarên giring di rojevê de ne: |
1- Kontrola perên reş, aboriya hêzên terorî û berhevkirina agehdariyê li ser pirsê |
Pirs, li Yekîtiya Ewropayê di nav wezaretên cewaz de tê niqaşkirin. Li ser navê welatên endam dê “wezîrên karên navxweyî” pêşniyazê tekuz bikin û biryarek hevbeş bipejirînin. |
Di vê qonaxa hesas de zelabûna helwêsta me weke netewe giring e. Divê hêzên netewî ji tedbîrên nû yê YE zerarê nebînin. Li Ewropa û Emerikayê binavkirina hêzên netewî bi “teror”î û “terorîst”î bi dawî were. Pisporên me li ser mijarê û çaraseriyan kur bibin. Xelk, dezgehên civakî, hêzên siyasî û şervanên me bi yekdengî helwêsta xwe bihênin zimên. Em ne bê tedbîr bin.
|
Eurokurd News-Human Rights documentation office |