Polîtîk

Hirvatîstan amadeye piştgiriya Pêşmerge bike

Îro çarşem 03.12.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ante Kotromanovich Wezîrê Bergiriya Hirvatîstanê (Croatia) û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Hirvatîstanê xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Kurdistanê nîşan da û xebata gelê Kurdistanê ya bi navê azadiyê de bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê ku dîroka gelê Kurdistanê û gelê Hirvatîstanê li xebat û qurbanîdana bi navê ax û azadiyê de heman awayî ye. Hirvatîstanê jî wekî Herêma Kurdistanê li yek demê de li şer da bû û hejmarekî zêdeyê koçberan dihewand û li heman demî de jî kar ji bo geşkirin û binyatnanê dikir. Her wiha ev heman awayî jî, bingeheke bi hêz ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan de pêktîne.

Di derbarê êrîşên terorîstên Da’îş de Wezîrê Bergiriyê Hirvatîstanê wê yekê xiste rû ku ev êrîş ne tenê li ser Kurdistanê ye belku ji bo hemû welatane û spasiya gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge jî kir ku bi wêrekî şerê terorîstên Da’îşê dikin. Wezîrê Bergiriyê Hirvatîstanê amadehiya welatê xwe jî bi Serok Barzanî ragihand ku li warên serbazî û meşqpêkirinê de, hevkariya hêzên Pêşmerge bike.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Wezîrê Bergiriyê Hirvatîstanê û şanda li gel kir û spasî helwesta welata Hirvatîstanê ya li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê de kir û tekez li ser amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de kir.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li gotarek da bi kurtî behsa dîroka xebat û têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo şanda mîhvan kir û eve jî xiste rû ku ji bilî wan hemû êş û nehametî û dijwariyan gelê Kurdistanê xwe bi dest ve neda û ser jî ket û li parastina xwe û geşkirinê de berdewam dibe. Serok Barzanî di derbarê êrîşên terorîstan de balkişand li ser wê yekê ku şerê terorê tenê bi aliyek nayê kirin belku tehdîdeke ji bo hemû aliyek û rûbirûbûna wê pêwîstî bi hewlekî hevbeşî ya hemû aliyek heye. Piştî êrîşa terorîstan li ser Kurdistanê Pêşmerge bi îmkaniyatên kêm û çekên kevin karî qehremanane êrîşa Da’îş rabigrê û wan tûşî şikestê bike.

Axaftina di derbarê pêdiviyên hêzên Pêşmerge û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û her dû alî rêkkeftina vê dawiyê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi hengavekî erênî wesif kir.

Hêjayî gotinêye li vê civînê de Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Ebdulrehman, Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Back to top button