Muslim çi dibêje?
Hevserokê PYDê Salih Mislim, tiştekî balkêş got û ragihand, ew dikarin bi rêxistina radîkal a bi navê Cebhetl el-Nusra, ku wek baskê El Qaîdê li Sûriyê tê zanîn, re kar bikin!
Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvînekê de digel yek ji saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê got, çûna pêşmergeyan bo Kobanî, hêzek e ji bo hemû Kurdan û diyar kir ku dema wê hatiye Kurd bibin yek, ji ber ku dujminê Kurdan dijminekî bihêz e û Kurd di bin gefên mezin de ne.
Salih Mislim her wiha got, ev ne cara yekemîn e ku Kurd di çepera şer de hev digirin çimkî beriya şerê Kobanî li Rebîe, Şingal û Til Koçerê hevkarî di navbera YPG û pêşmergeyan de hebû.
Hevserokê PYDê anî ziman ku dema Kurd dibînin YPG û pêşmerge bi hev re şer dikin moralê wan pir bilind dibe, ev jî di navbera kurdan de nêzîkbûnekê çêdike.
Salih Mislim tiştekî sosret jî got û ragihand, ti programeke DAIŞê ji bo Sûriyê tine û wiha axivî:
“Niha Efrîn di bin tehdîda Cebhet el-Nusra de ye. Cehbet el-Nusra Sûriyeke demokratîk dixwaze, em jî Suriyeke demokratîk dixwazin, armanca me yek armanc e, êdî em dikarin bi hev re kar bikin lê belê ew şer difroşin kurdan.”