Divê em bi erkên xwe rabin
Bajarê Sêrtê dixwazê di “Pêvajoya Aşitiyê “ de bibe xwedî gotin. ji bo vê yekê jî heyetek ji kesayet û berpirsên dezgehên sivîl û ji xelkê Sêrtê hatiye pêkanîn ev heyet dê serdana Enqere bike û Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu, serokê CHPê û serokê HDPê û herweha heyeta ku diçe Îmralî re hevdîtinan pêkbîne.
Sêrt û derdora vî bajarî wareke ku dema şerê çakdarî de wêran bûye. Gelek gund xirabûne bi awayekî herêma Botan û bajarê Sêrtê gelek kişandiye. Niha jî ji hemû deverî gelektir pêwistiya wan bi aşitiyê û aramiyê heye.
Berpirsê dezgehê aşitiyê Dr. Ekrem Bilek di vê warî de gelekî aktif e. Dr. Ekrem Bilek serokatiya şeredariya Sêrtê kiriye û herweha parlementeriya Sêrtê kiriye. Demeke jî berpirsiyariya Yekitiya doktoran ya şaxê Sêrtê bûye. Herweha Dr. Ekrem ji malbatek di herêmê de xuyayiye û bandora wî bi gelek awayan li ser pêvajoya aşitiyê li herêmê heye.
Dr. Ekrem Bilek di derbarê serdana Enqere de dibêje. Îhtiyaciya miletême û herêma me bi vê aşitiyê heye. Vêca xelk aramiyê dixwazin. Ji bo vê yekê jî divê tişta bikeve li ser milê me em pêkbînin.
Bilek dibêje: Me niha heyetek ji 20 kesan pêkaniye hemû dezgehên sivîl yê bajarê Sêrtê û hinek kesayetên xuyayî û olî jî di vê heyetê de cih digrin. Emê serdana Enqere bikin û rewşa xwe ya herêmê bi zelalî bînin ziman.
Li bajarê Sêrtê însiyatifa ku pêkhatî dikare bibe mînak ji bajarên din re jî. Însiyatifek bi temamî sivîl e û herkes di tê de cih digre.