Nivîsar

Êrîşa Enqerê û şerê bi kontrol

Piştî êrîşa li Enqerê PKK fersendek mezin da destê dewlet û artêşa Tirk û wek her carê, bi heman plan û projeyê Rojava û başûrê Kurdistanê ji êrîşên dewleta Tirk re kirin hedef. PKK vi êrîşa Enqerê carek din dupat kir ku di xizmeta berjewendîyên dewletên dagîrker de ye û armanca wê dagîrkirin, kujtin û derbederkirina Kurda ye.

Piştî êrîşa Enqerê dewleta Tirk berê xwe da başûr û rojavayê Kurdistanê û dest bi bombebaranê kir. Helbet armanca wê ne PKK û têkbirina PKK ye, armanc têkbirin û jarkirina destketinên başûrê Kurdistanê û bêîtîbarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji xwe tiştê ku PKK dixwaze û bi salan di nav wê helwestê de ye ev e. Têkbirina destketinên başûrê Kurdistanê, bêîtîbarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xurtkirina desttê dagîrkeran.

Artêşa Tirk di nav 24 saetan de 40 herêmên rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Di van êrîşan de Hesekê, Qamişlo, Herêma Firatê û Kobanê, herêma Efrîn-Şehba û Minbicê bûn hedefa êrîş û bombebaranê. Bi giştî zêdetirî 40 herêm hatin bombebarankirin. Heman êrîş û bombebaran li herêm û çiyayên başûrê Kurdistanê jî tên kirin û Kurd ji van kiryaran ziyanek mezin dibînin.

Daxuyanîyên Wezareta Derve û Wezareta Paraztina Tirkîyê nîşan didin ku wê ev êrîş û bombebaran bidomin. Provokasyonên PKK û baronên Qendîlê 40 sal in bi heman plan û projeyan, bi heman daxwaz û armancan, bi heman dek û dolaban dubare û sêbare dibin, li ser daxwaza dewletên dagîrker xwe dubare dikin. Çi çaxa ku serê hikûmet yan klîkên nava dewleta Tirk êşiyaye, PKK bi hawara wan ve çûye û ji bo rojev bê guhertin provokasyonek kiriye.

Dîroka PKK bi van provokasyon û lîztikên Alî Osmanî mişt û tije ye.  Êrîşa Enqerê jî yek ji wan provokasyon û lîztikên Alî Osman e. Helbet ne xema baronên Qendîlê ye, ne xema Grûpa Enqerê ye ku heta îro jî xwe di şikeftên Qendîlê de vedişêrin û tiştek bi wan nehatiye û nahêlin tiştek bi wan bê jî. Artêşa Tirk heta îro ji çend gund û derûdora Qendîlê pê ve bombebaran nekiriye. Carek bi tenê jî navenda Qendîlê bombebaran nekiriye û nake jî. Qendîl Qendîl a wan e û di xizmeta wan de ye.

Sekreterê Dezgeha Ewlekarîya Netewî Orgeneral Tuncer Kilinç berî çend salan eşkere gotibû “Ji bo me tekoşîna bi PKK re ewqasî ne girîng e, çunkî em bi PKK re şerekî bi kontrol (bi şêwir û mişêwir) dimeşînin. Ji bo me ya herî girîng ev e ku em li başûr ji Kurdistanek serbixwe re bibin asteng. Em di vê yekê de bi ser ketin ku me Barzanîyê dewletxwaz di çavên Kurdên Tirkîyê de reş kir. A girîng ev e “.

Orgeneralê Tirk Tuncer Kilinç naverok, armanc û niyeta şerê xwe û PKK pir bi zelalî anîye zimên. PKK mahne û bahane ye, astengkirin û  têkbirina destketinên başûrê Kurdistanê jib o her du alîyan şahane ye. Divê neyê ji bîr kirin ku PKK di kozik û delhîzên Enqerê de li ser asasê qirkirina Kurd û berjewendîyên Kurdan hatiye sazkirin û PKK bi gur re dikuje, bi şivên re dixwe û bi xwedî re şînê digire.

Nûçe | Analîz

Back to top button